Komîsyon bersiva taneyên aliyan dide

Kurdistan 10:20 AM - 2024-11-09
Logoya Komisyona Bilind ya Hilbijartinan, Avahiya Parlemana Kurdistan`ê PUKMEDIA

Logoya Komisyona Bilind ya Hilbijartinan, Avahiya Parlemana Kurdistan`ê

Hilbijartin Komîsyona Bilind a Hilbijartinê

41 tane li encamên dawîn ya Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê hatine lêdan; ku roja  (30-10-2024) an Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Êraq`ê bi fermî deriyê tanedanê ragihandibû; peyvdara komisyonê jî dibêje: Ji koma 41 taneyan bersiva 28 taneyan ji bo Desteya Dadweriyê hatine şandin daku biryarê li ser wê yekê bide; û karê li ser ew taneyên mane jî berdewam bike.

Cûmana Xelayî; Peyvdara Komisyona Bilind ya Hilbijartinên Êraq`ê di daxuyaniyek taybet de ji (PUKMEDIA) Malpera fermî yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) re  got: Piştî vekirina deriyê taneyan di rûyê aliyan de ji aliyê komisyona Êraq`ê ve, heya niha 41 tane li encamên Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê hatine lêdan.

Xelayî got: Niha komîsyonê ji koma 41 taneyan bersiva 28 taneyan şandiye Desteya Dadweriyê; daku biryarê li ser wê yekê bide;
û karê li ser taneyan mane jî berdewam bike; û di heyama 7 rojan de dê bersiva hemû taneyan bide.

Li gorî yasaya komîsyonê, piştî wergirtina taneyan di nava 3 rojan de,7 li pêş Civata Komîseran hene daku taneyan çareser bike; û bersivên taneyan pêşkêşî Desteya Dadweriya Hilbijartinan bike; piştre jî Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan dê di nav 10 rojên karkirina xwe de dê biryara taneyan bide; û piştre jî Civata Komîseran dê encamên dawîn yên hilbijartinan pesend bike.

Roja (20-10-2024) an Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê li bazineyên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce birêve çû ku têde Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) dikarî 409 hezar û 548 dengan bi dest bixe û bi wê yekê 23 kursiyên parlamanê ji bo xwe misoger kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket