Yad Neqişbendî: Çêkirina Hîwaya mezin paşketinê qebûl nake
Kurdistan 12:52 PM - 2024-11-07
PUKMEDIA
Rêvebirê nexweşxaneya Hîwa Dr.Yad Neqşbendî
Tê xwastin ku kevirê bingehîn ê nexweşxaneya Hîwa ya
mezin ku taybete bi dermankirina penceşêrê li Silêmaniyê were danîn, rêveberê
nexweşxaneyê dibêje: Ev zêdetirî 6 mehan e di civîna encumena sindoqa penceşêrê
de biryara danîna kevirê bingehîn a nexweşxaneyê hetiye danîn, lê hikûmetê ew
cîbicî nekiriye di demekê de ye ku erd ji bo wê hatiye dabînkirin.
Got jî: Di du salên borî de nexweşxane bi dahata Silêmaniyê
hatiye birêvebirin û hikûmetê ti alîkarî nedaye.
Rêvebirê nexweşxaneya Hîwa Dr.Yad Neqşbendî di civîneke
çapemeniyê de got: Tevî ku di dema borî de nexweşxaneya Hîwa li ser erkê
xêrxwazan hatibû nûjenkirin, lê nexweşxane nikare zêdetir ji wê xizmet bike bo
hejmareke zêde ya nexweşan.
Divê hikûmet rêzê li rapora Meclîsa sindoqa Penceşêrê bigire
Dr.Yad Neqşbendî dibêje: Em bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku rêzê li rapora civîna Encûmena Sindoqa Penceşêrê bigire ku ev zêdetirî şeş mehe biryar biryar hatiye dayîn ku kevirê bingehîn ê nexweşxaneya Silêmaniyê deyne û ji bow ê jî biryar hatiye dayîn ku komîteyek serdana nexweşxaneya Hîwa bike, lê heta niha komîte piştî şeş mehan hîn neçûye Silêmaniyê.
Di navbera nexweşxaneyê Hewlêrê û Hîwa de cudahî hat kirin
Kevirê bingehîn yê nexweşxaneya 200 qerewêla li Hewlêrê cihê destxweşiyê ye, lê li gorî biryara Meclîsa Sindoqa Penceşêrê, divyabû ku kevirê bingehîn ê nexweşxaneyê Hîwa li Silêmaniyê bihata danîn, lê cihêkarî hate kirin.
12 donim erd ji bo Hîwaya mezin hatiye terxankirin
Rêvebirê nexweşxaneya Hîwa got jî: Bi saya Şaredariya
Silêmaniyê 12 donim erd li nêzî parka Hewarî Şar ji bo avakirina nexweşxaneyê
hatiye terxankirin û ti hincet nîne ku kevirê bingehîn bê danîn.
Hîwa pêşenga nexweşxaneyên hikûmî ya penceşêrê ye li Êraqê
Wî got:Di dema borî de, me karibû bi amûrek pir pêşkeftî pişkinîna nexweşan bikin da ku piştrast bibin ku eye pêwîstiya nexweş bi tîşk heye weku çareser yan na, bi vê yekê nexweşxaneya Hîwa teke nexweşxaneya hikûmî ya penceşêrê ye li Êraqê ku ev pişkinîn têde encamp dide.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

