Serok Komarê bi Balyozê Tirkiyeyê re mijara aramî û ewlehiyê gotûbêj dike
Îraq 11:46 PM - 2024-11-06
PUKMEDIA
Serokkomar
Birêz Serokê Komar Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd îro Çarşem 6/11/2024 li Bexdayê
pêşwaziya Balyozê Komara Tirkiyê li Êraqê birêz Anil Bora Înan kir.
Li hevdîtinê de têkiliyên dualî yên her du welatên dost û
mekanîzmayên bihêzkirina wan û rewşa navçê û pêşketinên wê û berdewamiya
destdirêjiya Sahyonî li ser Filistîn û Lubnanê hatin nirxandin.
Serok Komarê amaje bi xurtkirina têgihiştinên hevbeş û
danîna diyalogê wek bingehek ji bo çareserkirina kêşeyên berçav yên di navbera
her du welatên cîran de kir û tekez li ser berdewamiya erkên hevbeş ji bo
bihêzkirina ewlehî û aramiyê û berdewamiya hemahengiyê bi armanca dûrxistina
deverê û gelê wê ji bertekên neyînî yên berdewamiya êrîşên sahyonî .
Ji aliyê xwe ve Balyozê Tirkiyê dilgiraniya welatê xwe ji bo
berfirehkirina hemahengî û hevkariyên hevbeş ligel Êraqê nîşan da û diyar kir
ku, pêvajoya van peywendiyan di gelek war û waran de pêşketinên erênî dibîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

