Serok Bafil ji serokê nû yê Amerîka re peyamek dişîne
Kurdistan 03:00 PM - 2024-11-06
PUKMEDIA
Peyama Lezgîn
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi boneya dubare bijartina Donald Trump weke Serokê Amerîkayê pîrozbahiyê li wî kir.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafel Celal Talebanî bi boneya dubare bijartina Donald Trump weke Serokê Amerîkayê pîrozbahî li peywendiya bihêz a navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê kir.
Serokê YNKê di daxuyaniyekê de ku di rupela xwe de li Xê de hatiye belavkirin, gotiye: “Ez pîrozbahiyê li Donald Trump dikim ji ber bijartina wî ya dîrokî.’’
Her wiha balkişand li ser giringiya peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û got: "Pêwendiyeke wan a bihêz heye ku bi nirxên hevbeş ên pabendbûna bi îstiqrar û aştiyê li cîhanê ve girêdayî ye."
"Em li bendê ne ku hevkarîya xwe bidomînin û xurt bikin da ku ewlehî û bextewarî pêş bixin."
Namzedê Komariyan Donald Trump di hilbijartinên 60emîn yên serokomariyê de bi ser ketibû li hemberî namzedê Demokrat Kamala Harris bû 47emîn serokomarê Amerîkayê.
Donald Trump ji sala 2017 heta 2021ê 45emîn serokê Amerîkayê bû, di dema serokatiya wî de bi dehan Amerîkî herikîn avahiya Kongreya Amerîkayê.
Roja 5ê Mijdara 2024an, dengdana ji bo 47emîn serokomarê Amerîkayê li 50 eyaletan dest pê kir, ku tê de zêdetirî 230 milyon kes mafê dengdanê hebûn, lê nêzîkî 186 milyon kes ji bo dengdanê tomar kiribûn, nêzîkî 130,000 navendên dengdanê li seranserê welat.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

