Yekîtî sozên di kampîna hilbijartinê de bi cih tîne û rijde bo sererastkirina rêbaza rêveberiyê
Kurdistan 09:34 AM - 2024-11-06
PUKMEDIA
Logoya Yekîtî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di kampîna hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê de diruşma serrastkirina rêbaza desthilatdariyê bilind kir û piştî hilbijartinan jî hewla cîbicîkirina diruşmên xwe dide ji bo jiyaneke birûmet û hêja ji welatiyan re peyda bike. Endamekî Encumena Serkirdayetiyê dibêje ku diruşmên ku ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ve hatine bilindkirin ji dilxwaziya wê ya xizmetkirina welatiyan bê cudahî û bêberpirsiyarî ye.
Yekîtiya Niştimanî dirûşmên kampîna hilbijartinê cîbicî dike
Endama Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî Firyal Ebdullah
di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: Diruşma serrastkirina rêbaza desthilatdariyê,
dirûşma sereke bû a YNK di kampîna hilbijartinan de, ji ber ku hikûmet ber bi
rêyeke şaş ve diçû û nûnertiya berjewendiya malbateke taybet dikir û serokwezîr
jî siyaseta herêmê ya cudakariyê di navbera herêman de dimeşand.
Wê got jî: "Yekîtiya Niştimanî tekezî li ser diruşma
xwe ya serrastkirina rêbaza hikûmetê dike daku hikûmeta dahatî bibe hikûmeteke
dadperwer û xizmetguzarî ku nûneratiya daxwazên girseyan dike.
Endama Encumena Serkirdayetî diyar kir: Yekitiya Niştimanî
piştî pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemû diruşmên xwe
cîbicî bike, ji ber ku dengên Yekîtiya Niştimanî %97 zêde bûne, ev yek jî
nîşana baweriya xelkê bi Niştimaniya Kurdistanî ye, divê hikûmeta bê ji bo her
kesî be û cudahiyê neke navbera parêzgehan û herêman.
Dev ji diruşmeyan bernadin
Ji aliyê xwe ve endamê Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê Xidir Mistefa di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re
ragihand: Bi piştevaniya girseya gel me karî rêjeyeke mezin ji dengan bidest
bixin û ev yek jî nîşana baweriya xelkê bi YNK ye. Yekîtiya Niştimanî bi
serokatiya Bafil Celal Talebanî wê sozên xwe bi cih bîne û ev yek di civîna
mekteba siyasî û encumena serkirdeyetî de hat piştrast kirin.
Xadir Mistefa got jî: Yekîtiya Niştimanî berî her aliyek din
zanî ku pêwîstiya serrastkirina rêbaza desthilatdariya Herêma Kurdistanê heye,
ji ber ku dûrketina desthilat û hikûmeta herêmê ji rêya xwe ya rast bû sedema
lawazbûna herêmê û ji ber kiryarên xirab yên hikûmetê, Yekîtiya Niştîmanî tekez
kir ku pêwîste hevsengî vegere û deshilatdariyî bi dawî bîne ji bo peydakirina
jiyaneke hêja ji welatiyan re Yekîtî gelek qurbanî dane.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

