Cemîl Hewramî: Ezê li ser rêya Serok Mam Celal berdewam bim
Kurdistan 10:04 PM - 2024-11-05
Ofîsa Sekreteriya Serok Mam Celal
Serdana şanda Ofîsa Sekreteriya Mam Celal bo gel têkoşer Cemîl Hewramî
Roja 11.05.2024 şandeke Sekreteriya Serok Mam Celal li bajarê Silêmaniyê serdana kesayetî, fermandar û têkoşerê gelê Kurd yê dêrîn Cemîl Hewramî kir û rewşa tendirustiya wî pirsî û hêviya selametiya jê re xwest.
Şandeyê behsa tekoşîna birûmet û berdewam ya rêheval Cemîl Hewramî ku yek ji rêberên diyar ê şoreşa nû û rola YNK`ê kir.Piştî serhildanê jî bi heman ruhê çiyayan xizmeta xwe berdewam kir û di nav Hêzên Pêşmerge de ma.
Ew ji bilî warê parastina jîngeh û keskkirina Kurdistanê, ku hêjayî pesindayînê ye ji aliyê me hemûyan ve, parêzvanê rasteqîne yê mafên têkoşerên Kurd bû.
Di bersivê de Cemîl Hewramî piştrast kir:“Heya ku temen û tendirustiya wî rê bide, dê berdewam be di xizmeta têkoşer, Pêşmerge û Kurdistana xwe de û li ser heman rêya Serok Mam Celal ji bo parastina berjewendiyên bilind kar bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

