Parlementar: Tevlîbûna TBI di projeya hejmara min de nayê wateya tewtînkirina mûçeyan
Kurdistan 12:29 PM - 2024-11-04
PUKMEDIA
Parlamenterê Parlamentoya Êraqê Kerwan Yarwês
Parlamenterê Parlamentoya Êraqê Kerwan Yarwês ragihand ku
gihandina hejmara min ji aliyê TBI ve nayê wê wateyê ku biryara Dadgeha
Federalî were cîbicîkirin, herweha bersiva daxwazên karmendên herêmê jî nine û
got: Ev heft mehin TBI li forma hejmara min zêde bûye lê ji bilî çend ser
hejmareke bankî tiştekî din ne kiriye.
Biryarderê Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li
Parlamentoya Êraqê Kerwan Yarwês ji PUKMEDIA re ragihand: Banka
Bazirganî ya Êraqê TBI beriya 7 mehan di forma projeya hejmara min de cih
girtibû. Tiştê ku pirsan derdixe holê ew e ku niha, di demekê de ku hewildanên
ji bo cîbicîkirina biryara Dadgeha Federalî û tewtînkirina mûçeyan, banka
navborî tevlîbûna xwe di projeya hejmara min de radigihîne.
Kerwan Yarwês got jî: Pêwîste her kes vê rastiyê bizane ku
tevlîbûna TBI Bankê di projeya hejmara min de, ne bi wateya destpêkirina tewtînkirin
û cîbicîkirina biryara Dadgeha Federalî ye û ne jî bersiva daxwazên karmendên
herêmê ye. TBI 7 meh berê tev li projeya hesabê bû, tenê ji bo çend sed
karmendan hesabên bankê vekiriye.
Biryarderê Yekîtiya Nîştimanî diyar kir: Dema ku karmend
forma projeyê hejmara min tijî dike, karmend dikare banka TBI wek bijareya
sereke hilbijêre, lê di xaneya yedek dîkare bamkeke ehlî hilbijêre ji ber ku
TBI tekane banka hikûmetê ye di projeyê de, û got: “banka navborî Hîn proseya
vekirina şaxên wê li parêzgeha Helebce û dezgehên Germiyan, Raperîn, Zaxo û
Soran dest pê nekiriye, herweha ti amêrêm ATM bo dabeşkirina mûçe dîdnenaye.
Hewldanên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo tewtînkirina
mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê di bankên hikûmeta Êraqê de berdewam in, ji
ber ku dest bi kampîna komkirina îmzeyan di nav civata nûneran de kir û herwiha
doz li Dadgeha Kerx a Bexdayê vekir li dijî astengkirina tewtînkirin û
zorkirina karmendan ji bo tevlêbûna projeya hejmara min ji aliyê hikûmeta
herêmê ve.
Dadgeha Bilind a Federal di rûniştina xwe ya roja 21/2/2024ê
de biryar da, ku serokwezîrê hikûmeta federal û serokwezîrê Herêma Kurdistanê mecbûr
bike ku mûçeyên karmendên hemû wezaret, parêzgeh û dezgehên ku bi wezaretekê ve
girêdayî ne û hemû karmendên dezgehên din ên hikûmetê, kesên xanenîş û sûdmendên tora parastina civakî li
bankên hikûmeta federal ên ku li derveyî herêmê kar dikin, tewtîn bikin, û ji
pişka herêmê ya ku li gorî bûdceyê hatiye diyarkirin bibirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

