Seidî Ehmed Pîre: YNK li gel çareseriya aştiyane ye
Kurdistan 09:07 PM - 2024-11-03
PUKMEDIA
Nesrullah Zarêi Reşnûdî Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Herêma Kurdistanê û Seidî Pîre
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Seidî Ehmed Pîre li Hewlêrê
pêşwaziya şanda Komara Îslamî ya Îranê kir ku ji Nesrullah Zarêi Reşnûdî
Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Herêma Kurdistanê û hejmarek
şêwirmend û dîplomatên wî welatî pêkhatibû, kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û Êraq û
Herêma Kurdistanê bi taybetî hate gotûbêjkirin, kunsolê giştî ragihand: Komara
Îslamî ya Îranê ji bo aramiya siyasî, aştî, pêşdebirina proseya siyasî,
geşepêdana aborî, geşbûna zêdetir û bihêzkirina demokrasiyê li navçeyê,
giringiyê dide rewşa siyasî ya Êraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî.
Seidî Ehmed Pîre tekez kir ku YNK dixwaze pirsgirêkên siyasî
li gorî xalên destûra herdemî ya Êraqê çareseriyeke dîplomatîk pêk bîne bi rêya
diyaloga aştiyane û gihiştina çareseriyeke guncaw ku ji bo gelê Êraqê bextewarî
û aramiyê bîne.
Bi boneya bi dawî hatina erkê wî yê weke Konsolê Giştî yê
Komara Îslamî ya Îranê, Seidî Ehmed Pîre spasiya rola Nesrullah Zarêi Reşnûdî
ya girîng di pêşxistina peywendiyên siyasî, aborî û çandî yên di navbera Komara
Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê de kir, herweha hêviya serkeftinê di erkê
wî yê pêşerojê de xwest.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

