Aliyan 41 tane li hmberî encamên dawîn yên hilbijartinê tomar kirine

Kurdistan 06:09 PM - 2024-11-03
Parlemana Kurdistan- Logoyê Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinên Êraq`ê PUKMEDIA

Parlemana Kurdistan- Logoyê Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinên Êraq`ê

Hilbijartin Komîsyona Bilind a Hilbijartinê Parlemana Kurdistanê

Lîst û alî û berbjêr wek ne nîşandana razîbûnan; 41 tane li hemberî encamê dawî yê Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê tomar kirine ; û deriyê serlêdanê jî hatiye girtin.

Di heyama 3 rojan de 41 tane li ser encamê dawî yê Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê hatine tomar kirin; ku roja (30-10-2024) an Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinên Êraq`ê bi fermî deriyê serlêdanê ragihandibû ku heya îro roja Yekşem`ê rêkefta (03-11-2024) an berdewam bû.

Di wê derbarê de; Cûmane Xelayî; Berdevka Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinên Êraq`ê di daxuyenekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) PUKMEDIA re ragihand ku; hejmara taneyan gihîştiye 41 taneyan û piştî gotûbêjkirina derbarê wê yekê; Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinên Êraq`ê dê bersiva serlêdanan arasteya Desteya Dadweriyê bike.

Xelayî got: Ji bo dadgehê 10 roj mane daku bersivê bide 41 taneyan ku li dijî encamên dawî hatine tomarkirin.

Li gorî zanyariyên PUKMEDIA ku ji Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinên Êraq`ketiye destê wan; herî zêde tane li Silêmaniyê ku 25 tane ne, li Hewlêr`ê 12 tane ne, li Duhokê 3 tane ne û li Helebce jî taneyek hatine kirin.

Li gor Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinên Êraq`ê; piştî wergirtina îtirazan di nava 3 rojan de, 7 roj dem ji bo Civata Komîseran heye ku îtirazan çareser bike û bersivan radestî Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan bike, piştre Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan dê di nava 10 rojên karkirina xwe de dê taneyan çareser bike; û piştre Civata Komisyaran dê encamên dawiyê pesend bike.

Roja (20-10-2024) an Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê li bazineyên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce birêve çû ku têde Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) dikarî 409 Hezar û 548 dengan bi dest bixe û bi wê yek dikarî 23 kursiyên parlemanê ji bo xwe misoger bike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket