Li dijî encamên dawî yên hilbijartinê 3 serlêdan hatin kirin

Kurdistan 03:22 PM - 2024-11-02
Logoya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê PUKMEDIA

Logoya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê

Komîsyona Bilind a Hilbijartinê

Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan encamên gera şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê eşkere kir û ragihand:“Sibe roja dawî ya wergirtina îtîrazê ye û bi ti awayî muhletê nayê dirêjkirin.’’

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumana Xelayî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA)yê re ragihand:“Heta niha 3 îtîraz li ser encamên dawî yên hilbijartinan hatine tomarkirin, 2 li Duhokê û yek jî li Silêmaniyê.”

Xelayî  got: “Sibe dema dawî ya wergirtina îtirazê ye û  bi bidawîhatina karê fermî û muhletê bi ti awayî nayê dirêjkirin.”

Li gorî yasaya komîsyonê, piştî wergirtina îtîrazê di nav sê rojan de, encûmena komîseran 7 roj dem heye ku îtîrazê çareser bike.Lijneya Dadwerî ya Hilbijartinê di nav 10 rojên xebatê de îtîrazan çareser dike û Encumena Komîseran jî encamên dawî yên hilbijartinan pesend dike.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di gera şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ku 20ê Cotmehê li Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebce hat lidarxistin, 409 hezar û 548 deng ku dike  23 kursî bi dest xist.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket