YNKê deng û kursî zêde kir, bû xwediyê 23 kursiyên parlamentoyê

Kurdistan 11:00 AM - 2024-10-30
Logoya YNK û navên namzedan PUKMEDIA

Logoya YNK û navên namzedan

YNK Hilbijartinên Parlemana Kurdistanê

 Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraqê encamên dawî yên gera şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ragihand, li gorî encaman YNKê li parêzgeha Silêmaniyê 257 hezar û 359 deng bidest xistiye, ku 15 kursî ye û li parêzgehê yekeme. Îro Çarşemê 30/10/2024 serokê encumena komîserên komisyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan Hakim Omer Ehmed di kongireyeke rojnamevanî de encamên dawî yên gera şeşan a hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê eşkere kir û ragihand: Deng bi zelaliyek herî mezin ji hev hatine veqetandin, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parêzgeha Silêmaniyê yekem bû û 257 hezar û 359 deng bi dest xistiye, ku 15 kursî ye.

Silêmanî

 

Li parêzgeha Silêmaniyê bi giştî 626 hezar û 244 deng hatine dayîn, ku 25 kursiyên mêran, 11 kursiyên jinan û 2 kursiyan ji bo pêkhateyan, bi giştî dike 38 kursî.

Yekîtiya Niştimanî li parêzgeha Silêmaniyê 257 hezar û 359 deng bidest xist ku 15 kursiyên parlamentoyê ye.

* Dr. Omêd Elî Hema Salih
* Dr. Mîran Mihemed Ebas
* Dêkan Heyder Rehîm
* Halmet Hoşyar
* Mihemed Taha
* Seler Mehmûd
* Serxêl Necmedîn
* Azad Mihemed Emîn
* Serhed Mihemed
* Roz Ehmed
* Lawîn Mehmûd
* Şinyar Enwer
* Şêrîn Yûnis
* Şilêr Xefûr
* Ezîn Ehmed

 

Hewlêr

 

Bi giştî li parêzgeha Hewlêrê 669273 deng hatine dayîn, ku 22 kursiyên mêran, 10 kursiyên jinan û 2 kursiyan jî bo pêkhateyan, bi giştî 34 kursî.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê 111 hezar û 102 deng bidest xist ku 6 kursiyên parlamentoyê ye.

* Şalaw Ebdulla Resûl
* Mihemed Fêsal Kerîm Xan
* Cotyar Yûsif Seîd
* Herdî Selahedîn
* Niştîman Mistefa Ehmed
* Destan Behram Resûl

 

Duhok

 

Bi giştî li parêzgeha Duhokê 548 hezar û 15 deng hatine dayîn, 16 kursiyên mêran, heşt kursiyên jinan û kursiyek ji bo pêkhateyan hene, ku bi giştî dike 25 kursî.

YNKê li parêzgeha Duhokê 28 hezar û 557 deng bidest xist, ku kursiyek parlamentoyê ye.

 

Vejîn Dîwalî Remedan

 

Helebce

 

Bi giştî li parêzgeha Helebce 38 hezar û 936 deng hatine dayîn ku 2 kursî ji bo mêran û yek jî bo jinan hatiye dayîn û bi vê yekê hejmara kursiyan giheşte sê kursiyan.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parêzgeha Helebce ku yek kursî ye di parlamentoyê de 12 hezar û 530 deng bidest xist.

 

Berzan Osman Mihemed Ehmed

 

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike