Parlemana Êraq`ê deng li ser proje yasaya vegerandina milkan ji bo xwediyên wan dide
Îraq 11:52 AM - 2024-10-29
Ajans
Civata nûnerên Êraqê
Biryare îro Sêşem rêkefta (29-10-2024` an) Civata Nûnerên Êraq`ê; civîna xwe ya asayî ji bo dengdana li ser çend proje yasayan dê saz bike û di nav de yasaya vegerandina mal û milkan ji bo xwediyên wan re jî heye.
Bedriya Hisên; Nûnera Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) li Civata Nûnerên Êraq`ê, di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand : Îro Civata Nûnerên Êraq`ê dê civîna xwe ya asayî li dar bixe; û li gorî karnameya parlemanê deng li ser 4 proje yasayam dê bê dayîn ku yasaya herî girîng ji bo Kurd vegerandina mal û milkan ji xwediyên wan re ye, ku bi hindek biryarên Civata Serkirdayetiya Şoreşê ya ji navçûyî û ya diyem jî proje yasaya pêşniyarkirî ya ji bo serrastkirina yasaya rewşa kesayetî yasaya û ya sêyem yasaya serrastkirina proje yasaya lêborîna giştî û ya çarem jî proje yasaya xizmetguzarî û xanenişînî ji bo Mucahidînên Desteya Hêzên Heşda Şe`ibî ye.
Bedriya Hisên got jî: Pejirandina yasaya betalkirina hinek biryarên Civata Serkirdayetiya Şoreşê dê bibe sedema vegerandina milk û zevî ji bo xwediyên wan û jinavbirina bandorên Erebkirinê û raguhastinê ku proje yasayek girîng e ji bo kurdan.
Nûnera Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) li Civata Nûnerên Êraq`ê diyar kir: Proje yasaya vegerandina milkan ji bo xwediyên wan projeyek e ku ji aliyê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) ve hatiye pêşkêşkirin û hewlên mezin jî ji bo pesendkirina proje yasaya betalkirina biryarên Civata Serkirdayetiya Qewra ya hilweşiyayî û vegerandina mafên ji xwediyên wan re dide.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

