Li Silêmanî û Helebce şaxên nû yên bankayên Êraqî hatin vekirin
Kurdistan 12:04 PM - 2024-10-27
PUKMEDIA
Dirvên Êraqî
Çavkaniyekî agahdar eşkere kir ku di heftiya bê de şaxên nû yên bankên Rafîdên
û Reşîd û Banka Bazirganî ya Êraqê li parêzgehên Silêmanî û Helebce tên
vekirin.
Ajansa Nûçeyan a Bexdayê îro li ser zarê çavkaniyê agahdar
ragihand: Vekirina şaxên bankên Rafîdên û Reşîd û Banka Bazirganî ya Êraqê li
parêzgeha Silêmaniyê hate pejiorandin û wê li naverasta cadeya 60 ya bajêr be.
Amaje bi wê yekê jî kir: Li parêzgeha Helebceyê şaxeke banka bazirganiyê ya Êraqê
û li navçeyên Germiyan û Raperînê jî dê şaxên banka bazirganiyê yên Êraqê bên
vekirin, bi armanca zêdekirina navendên tewtînkirina mûçe li bankên federal.
Hejmara min li dijî biryara Dadgeha Federal e
Derbarê vê mijarê de, Nûnera Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Suzan Mensûr ji PUKMEDIA re ragihand: Bi destpêkirina civînên civata
nûneran re, emê hewlên xwe bo bi cîhkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê
di bankên federal de zêdetir bikin.
Suzan Mensûr got jî: Projeya (Hejmara Min) bûye tiştekî berê
û êdî tiştekî bi vî navî nemaye, lê divê mûçeyên karmendên herêmê di bankên
federal de bên cîbicîkirin heta dawîya îsal", tekez kir ku "Projeya
(Hesaba Min) projeyek kesane ye û bi temamî berovajî biryara Dadgeha Federalî
ye û fireksiyona me di wê baweriyê de ye ku erkê wê ye ku li gorî biryara
Federalî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê zêdetir hewl bide, dawî li
paşxistina mûçeyên karmendan li herêmê bîne û tê hêvîkirin ku heta dawiya salê
pirsgirêk çareser bibin.
Şaxên banka federal hatin vekirin
Derbarê heman mijarê de Parlementerê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Xerîb Ehmed jî ji PUKMEDIA re ragihand: Em weke Yekîtiya Niştimanî hewlên
xwe didin ji bo vekirina şaxên bankên Êraqê li Herêma Kurdistanê û li ser
xistina vê yekê di civînên civata nûneran de kar dikin,ji aliyeke din ve jî em
hewl didin rêkarên vekirina şaxên bankên El-Reşîd û El-Rafîdeyn li Hewlêr û
Silêmaniyê temam bikin û piştre jî karmendên herêmê dikarin li van her du
bankayan hesaban vekin.
Xerîb Ehmed got jî: Me bi Wezareta Darayî ya Federalî û
aliyên peywendîdar re dest bi hemahengiyê kir, ji bo bidawîkirina tedbîrên
destpêkirina tewtînkirin û cîbicîkirina biryara Dadgeha Federalî, ji ber ku
xwecihkirin di bankên hikûmeta Êraqê de mijareke çareserkirî ye ku nayê gotûbêj
kirin
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

