Îro li firokexaneyên Silêmanî û Hewlêrê dolar bi nirxê fermî tê wergirtin
Kurdistan 11:13 AM - 2024-10-27
Ajans
dolar
Nûner Biryar Reşîd ragihand, ji îro yekşemê ve Banka Navendî
ya Êraqê dê li firokexaneyên Silêmanî û Hewlêrê navendên firotina dolar ji
geştiyaran re veke.
Nûnera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr.Biryar Reşîd ji
PUKMEDIA re ragihand: Me daxwaz ji Banka Navendî ya Êraqê û Banka Bazirganî ya Êraqê
kir ku, wek balafirxaneyên din û deriyên sînorî li deverên din yên Êraqê li
firokexaneyên Silêmanî û Hewlêrê diravê biyanî (dolar) bidin geştiyaran.
Wî eşkere kir: Ji bo vê yekê erêkirin hatin wergirtin û
biryar hat dayîn ku ji îro yekşemê ve proseya dana dolaran bo geştiyaran li her
du firokexaneyan bi nirxê fermî li gorî mekanîzmayên diyarkirî dest pê bike û
tekezî li ser wê yekê hat kirin ku geştyar dikarin heta sê hezar dolar heta
mehekê bikirin.
Ji aliyê xwe ve, Banka Bazirganî ya Êraqê berdewamiya
cîbicîkirina pilana berfirehkirina bankê û vekirina şax û navendên nû bi
armanca gihandina xizmetguzariyên bankî ji hemû xelkê re û cîbicîkirina
rênmayên serokwezîr Mihemed Şeya El-Sûdanî ji bo xizmetên herî baş pêşkêşî
welatiyan dikin.
Bankê di daxuyaniyekê de herwiha got: Em bi kêfxweşî
vekirina du bankan li firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê ji we ra radigihînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

