Encumena Nûneran deng li ser vegerandina milkan ji xwediyên wê re dide
Kurdistan 10:31 AM - 2024-10-27
PUKMEDIA
Encumena nûnerên Êraqê
Biryare ku îro Yekşemê encûmena nûneran rûniştina xwe ya
yasayî ji bo dengdanê li ser hejmare pirojeyasa li darbixe di nav de yasaya
vegerandina mal û milkan ji xwediyên wan re.
Biryarderê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di
encumena nûneran de Kerwan Yarwês di daxuyaniyeke ji PUKMEIDA re ragihand ku: Îro
Yekşemê Civata Nûneran dê rûniştina xwe li dar bixe û li gorî lîsta kar wê encumen
dê deng li ser 3 proje yasayan bide ya herî girîng qanûna vegerandina milkan ji
xwediyên wan yên kurd re, ku bi hin biryarên Encumena serkirdayetiya Şoreşger a
hilweşiyayî hatiye girtin û ya duyemîn jî ew yasaya lêborîna giştî û guhertina
yasaya rewşa kesane ye.
Got jî: Pejirandina yasaya betalkirina hin biryarên Encûmena
Serkirdayetiya Şoreşê dê bibe alîkar bo vegerandina milk û zevî bo xwediyên wan
û jinavbirina bandorên erebkirin û derbiderkirinê kurdane, ev pirojeyeke girînge
ji kurdan re.
Biryarderê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî diyar kir:
Yekîtiya Niştimanî gelek hewl da û serdana fireksiyonên parlemanî û partiyên
siyasî kir ji bo pesendkirina proje yasaya vegerandina mal û milk ji xwediyên
wan û betalkirina biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya hilweşiyayî û hemû
pêkhate sûdê ji pesendkirina vê qanûnê li navçeyên nekok werdigirin.
Yarwês diyar kir: Bi pesendkirina vê projeyê, zêdetirî
milyon donim zevî dê li Kerkûk û navçeyên nekokbar ji xwediyên wan re were
vegerandin û her sal kêşeya ku di navbera xwediyên wan erdan de ku bi biryarên Baas
hatine binpêkirin, tê nûkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

