Hevpeymaniya Sosyal Demokrat pîrozbahî li YNKê kir
Kurdistan 05:33 PM - 2024-10-26
PUKMEDIA
Logoya YNK û Yekîtiya Sosyal Demokrat a Ereban
Koordînatorê Giştî yê Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Erebî bi boneya serkevtina YNK a girîng di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, peyameke pîrozbayî pêşkêşî Serok,serkirdatî û endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir.
Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Erebî peyama xwe ji YNKê re ragihand:
Birêzan Serkirdayetî û endamên rêzdar Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Weke Kordînatorê Giştî yê Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Erebî, ji dil û can pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we dikim ji ber serkeftina we di hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de. Ev serkeftin tê wateya baweriya xelkê bi hewlên we, baweriya wan bi prensîbên we û pabendbûna we ji bo xizmetkirina herêmê û daxwazên xelkê wê ji bo pêşerojeke geş û aram.
Em hêvîdar in ku ev serkeftin hevkarî û yekrêziya di nava parlementoyê de zêdetir bike û partiya we ya binirx roleke berçav di aramî û geşepêdanê de bilîze û bi vê yekê xwestekên xelkê Herêmê ji bo berjewendî û bexteweriya wan pêk bîne.
Em ji Xwedê dixwazin ku di xebatên we yên siyasî de bextewariyê bide we û destkeftiyên din ên ku xizmeta berjewendiya mezintir dikin hêsan bike.
Basim Kamel
Koordînatorê Giştî yê Hevbendiya Sosyal Demokrat a Erebî
26ê cotmeha 2024an
*Hevbendiya Sosyaldemokrat a Erebî weke çarçoveyeke siyasî ya hevbeş ji bo partiyên sosyal demokrat, rêxistinên ciwan û jinan li seranserî cîhana Erebî û her wiha tora hevrêziyê ji bo berpirsên hilbijartî kar dike. Ji derdora 12 partiyan pêk tê û têkiliyên xwe yên xurt bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re hene.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

