Partiya Sosyalîst a Yemenê ji ber serkeftina di hilbijartinan de pîrozbahî li Yekîtî dike
YNK 10:35 AM - 2024-10-23
PUKMEDIA
Logoya YNK û Partiya Sosyalîst a Yemenê
Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Yemenê Dr.
Ebdulrehman Omer El-Seqaf bi boneya serketina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, peyameke pîrozbahiyê ji
serkirdayetî û endamên Yekîtiya Niştimanî re şand. Naveroka peyamê wiha ye:
Rêheval, serkirde û endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Bi navê xwe û bi navê endamên Mekteba Siyasî, Emîndariya
Giştî û endam û alîgirên Partiya Sosyalîst a Yemenê, em di Partiya Sosyalîst a
Yemenê bi kêfxweşî bi boneya serkeftina we di hilbiojartinan de pîrozbahî û
bimbarekên xwe pêşkêşî we dikin. Ev serkeftin belgeya eşkere ya baweriya gelê
Kurd bi şiyanên partiya we ye ji bo bicihanîna daxwazên xwe û bidestxistina
aramî û pêşketinê.
Em baweriya xwe ya tam ji we ra radigihînin ku partiya we dê
berdewam be li ser bidestxistina destkeftên siyasî û aborî yên zêdetir ku di
pêşveçûn û pêşketina Kurdistana Êraqê de be. Têkiliyên dîrokî yên xurt ên di
navbera her du partiyên me de, derfetên hevkariya hevpar ji bo bidestxistina
edaleta civakî û demokrasiyê ji bo gelên me zêde dike.
Em li bendê ne ku hevkarî di navbera her du partiyên me de
ji bo xêra gelê Kurd û Yemenê bihêztir bibe, hêviyên serkeftinê ji we ra
dixwazin.
Dr. Ebdulrehman Omer El-Seqaf
Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Yemenê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

