Silêmanî: Komîsyon dest bi kontrolkirina navendên dengdanê yên nehatine ragihandin dike

Kurdistan 09:54 AM - 2024-10-23
Logoya Komisyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan PUKMEDIA

Logoya Komisyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan

Hilbijartinên Parlemana Kurdistanê

Îro Çarşemê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê kontrolkirina encamên navendên dengdanê yên ku nehatine ragihandin, berdewam dike.

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan di daxuyaniyekê de ku gihiştiye destê PUKMEDIA yê ragihand: Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan dê îro li parêzgeha Silêmaniyê û sibe jî li parêzgeha Hewlêrê kontrolê li navendên ne diyarkirî bike.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan encamên destpêkê yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ragihand, ku rêjeya beşdarbûnê li gorî ku ji aliyê Serokê Lijneya Komisyonan ve hatiye ragihandin, gihîştiye %72.
Dadwer Omer Ehmed Serokê encumena Komisyonê di civîna çapemeniyê ku PUKMEDÎA'yê dişopand de piştrast kir: Rêjeya beşdarbûnê gihîştiye %72 û encamên ku hatine eşkerekirin ji %99.63 ji 7044 wîstgehên hilbijartinan e.

Li gorî encamên ku ji aliyê Komisyonê ve hatine ragihandin, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di her çar navçeyan de serkeftineke mezin bi dest xist û dengên pêwîst ji bo bidestxistina kursiyan li hemû bazneyên dengan bidest xist û wiha tê gotin:

Bazneya Hewlêrê: 110353, pileya duyem
Bazneya Silêmanî: 256813, pileya yekem
Bazneya Helebce: 12530, cihê yekem
Bazneya Duhok: 28445, cihê çarem

Bi vê boneyê, hejmara dengên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê gihîşt 408 hezar û 131 dengan û bi vî awayî rêjeya dengên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di van hilbijartinan de li gorî hilbijartinên sala 2021ê bi rêjeya 90.20% du qat zêde bûye.

Serokê Lîsteya 129 a navçeya Hewlêrê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Şalaw Kosret Resûl jî bi 24 hezar û 417 dengan rêjeya herî zêde ya dengdêran li Herêma Kurdistanê bi dest xist.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket