Komîsyon dest bi hûrbîniya di navendên dengdanê yên ne hatine hejmartin de dike
Kurdistan 10:12 AM - 2024-10-22
PUKMEDIA
Logoya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê
Îro Sêşem; rêkefta (22-10-2024) an; Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan ya Êraq`ê ragihand ku dê dest bi hûrbîniyê di navendên dengdanê yên ku ne hatine hejmartin de bike; ku prose di nava 3 rojan de dê bê encamdan; ku li Duhok`ê dest pê dike; nûnerên rêxistin û partî û aliyên din jî ji aliyê komisyonê ve hatine agahdar kirin ku ew dikarin ji nêzîkî ve amade bin.
Li gorî daxuyaniyeke fermî ya Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraq`ê ku wêneyek ji wê ji PUKMEDIA re hatiye şandin, îro demjimêr 09:00ê danê sibê hûrbînî di navendên dengdanê yên Duhok`ê tê kirin.
Li gor kongreyeke rojnamevanî ya roja (21/10- 2024) an Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraq`ê ji bo ragihandina encamên destpêkê yên Gera Şeşem ya Hilbijartina Parlemana Kurdistan`ê hat sazkirin, ragihand ku dengên 26 navendên dengdanê negihîştine wan.
Li gor wê nameyê, proseya hûrbîniyê dê sibê (23-10-2024)an ji bo navendên dengdanê yên Silêmaniyê û roja 24`ê Cotmeh`ê jî hûrbîniyê li navendên dengdanê yên Hewlêr`ê were kirin;Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraq`ê agahdarî hemû birêkar, hevpemaniyên partiyan, çavdêrên rêxistinên navneteweyî û herêmî û rojnamevanên kiriye ku ew dikarin ji nêzîk ve pêvajoyê bişopînin, ku dê li navendên wê yên hûrbîniyê dê bên kirin.
Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraq`ê encamên destpêkê yên Gera Şeşemîn ya hilbijartinên Parlemana Kurdistan`ê eşkere kir ku rêjeya wê ji sedî 99.63 hjimartina dengan temam bûne.
Proseya hilbijartinê roja 18`ê Cotmeh`ê bi dengdana taybet û piştî 48 demjimêran di 20`ê Cotmeh`ê de bi dengdana giştî ji aliyê Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraq`ê ve dest pê kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

