Şalaw Kosret Resûl: Li Hewlêrê dengên YNKê du qat zêde bûne
Kurdistan 09:59 PM - 2024-10-21
Nivîsgeha Ragihandinê ya Şalaw Kosret Resûl
Serokê Lîsta YNK li Hewlêrê
Serokê Lîsta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li parêzgeha Hewlêrê Şalaw Kosret Resûl piştî ragihandina encamên destpêkê yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve peyamek parve kir û got:'' Bi germî pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û alîgirên YNKê dikim.''
Serokê Lîsta YNKê li Hewlêrê Şalaw Kosret Resûl di peyama xwe de wiha got:''Bi boneya bi dawî hatina gera şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û bi coşeke mezin a welatiyan di proseya hilbijartinan de, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Kurdistanê bi giştî û bi taybetî alîgirên YNKê dikim.''
Ev nêzîkatî ji bo me di nava YNK'ê de, bi taybetî li Hewlêrê gelekî girîng bû. Ez spasiya hemwelatiyên Hewlêrê, dengder û endam û alîgirên YNKê yên li Hewlêrê dikim ku bi coşeke mezin beşdarî proseyê bûne. Di encamê de me bi awayekî serkeftî dengên YNKê du qat zêde kir û min di nav namzedên Kurdistanê de dengên herî zêde bi dest xist, ev jî bû qonaxeke girîng ku erkekî zêdetir li ser milê min ferz dike.
Em her kesî dilniya dikin ku emê berdewam bin li ser xebata Kurdistanê bi giştî û Hewlêrê bi taybetî û li gel we bin û berevaniyê li mafên we û xizmeta we bikin.
Şalaw Kosret Resûl
Serokê Lîsteya YNKê li parêzgeha Hewlêrê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

