Komîsyon: Em hewl didin pirsgirêka şopa tiliyan çareser bikin
Kurdistan 05:18 PM - 2024-10-20
Kanala Gelê Kurdistanê
Nabard Omer
Komîsyona Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê ragihand ku şeşemîn rûniştina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê dê berdewam bike û got:“Dê saet di 6’an de hilbijartin bi dawî bibe û em ê rêjeya beşdariyê rasterast ragihînin, ji bo çareseriya pirsgirêka nexwîninina şopa tiliyan jî xebatên me berdewam dikin.’’
Serokê Komîsyona Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê Nabard Omer di civîneke çapemeniyê de got: “Ew gotegotên ku dibêjin di makîneyên dengdanê de pirsgirêk hene, ne rast in, lê hinek welatî nikarin şopa tiliyên xwe bixwînin, ji ber wê jî hemwelatî kartol ji bo xwendina şopa tiliyên xwe bikar tînin, her çend em li ser hewlên xwe berdewam in ji bo çareserkirina pirsgirêka hemû welatiyên ku xwedî kartên dengdanê ne.’’
Omer got: "Pêvajoya hilbijartinan dê heta demjimêr 6ê êvarê berdewam bike û her kesê ku karta dengdanê hebe dikare deng bide, her wiha rêjeya beşdarbûnê heta demjimêr 12ê êvarê %31 bû û piştî bidawîhatina proseyê demjimêr 6ê êvarî dê bê ragihandin."
Omer wiha got: “Hemû gilî û belgeyên ku pêşkêşî komîsyonê hatine kirin, dê ji aliyê komîsyonan ve bên lêkolînkirin û piştre komîsyon dê biryarê bide, lê bi giştî heta niha prose bi awayekî baş birêve diçe.’’
Îro saet 07.00ê hilbijartina şeşemîn rûniştina hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê dest pê kir.Rêjeya beşdarbûna dengderan heta saet 12ê nîvro gihişte ji sedî 33ê û biryare rêjeya beşdariya dawî ya dengderan di demjimêr 18ê êvarê de were ragihandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

