PDK li Hewlêr û Duhokê bi eşkere propaganda û binpêkirinan dike
Kurdistan 03:38 PM - 2024-10-20
PUKMEDIA
Di hilbijartinan de binpêkirinên PDK’ê
Li herêma Hewlêr û Duhokê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) binpêkirinên eşkere di derbarê kampanya û dengdanê de, li nêzîkî navendên dengdanê yên li ser rê, dike.
Berdevkê hevpeymaniya çavdêrên bêalî yên proseya hilbijartinan got:“Çavdêr ji Bale û Barzan hatine derxistin, kesên biyanî ji bo dengdanê anîne Soran û li Hewlêr û Duhokê gelek binpêkirin hene.
Berdevka Hevbendiya Çavdêrên Hilbijartinê yên Bêalî Selma Fatîh di kongirekî rojnamevanî de got:"Li Soranê kartên dengdanê li navenda Colinê tên belavkirin û kesên biyanî ji bo dengdanê anîne. Li Duhokê destûr nayê dayîn ku aliyên siyasî çavdêriyê bikin. Kamerayên çavdêriyê li Şeqlawa kar nakin."
Fatîh got: "Kampanyayên hilbijartinê kêmtirî 20 metreyan ji navendên dengdanê li navçeya Xebatê tên lidarxistin û leşkerên navdar ên bi cilên sivîl diçin navendên dengdanê û deng didin."
Li gorî PUKMEDIA'ê, tîmên destnîşankirî yên PDK'ê bi hincetên cuda li şûna dengdêran dengê xwe didin.
Li her yek ji dibistanên seretayî yên keçan, Daştî Hewlêr û dibistana seretayî ya Cûdî, kadroyên PDKê li şûna yên din bi navê alîkarîkirina kesên nexwende deng dane.
Agahiyên PUKMEDIA'yê ji aliyê nûnerên aliyên siyasî û nûnerên YNK'ê ve jî hatin piştrastkirin û gotin: "Ev doz dubare dibe" û eşkere kir ku "li navenda dengdana destpêkê ya Akoyanî çend kes bêyî belgeyên fermî dikarin dengê xwe bidin."
Li navenda dengdanê ya Ruwandzê ya Hewlêrê, hêzên ewlehiyê bê sedem ketin nav navendên dengdanê û daxwaza zanyariyan kirin, ku ev yek jî binpêkirina eşkere ya proseyê ye.
Her wiha çendîn binpêkirinên eşkere di kampaniya li devera Dihokê de hene.
Li Zaxoyê hejmareke zêde ya hêzên asayîşê derbasî nav navenda dengdanê bûn û li çavdêrekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dan .
Saet 07:00ê sibê proseya dengdanê dest pê kir û heta saet 12:00ê êvarê rêjeya beşdariyê gihişte ji sedî 31ê û biryare demjimêr 18:00ê êvarî bi dawî bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

