Serok Bafil: Bi hevre ber bi pêşerojeke geştir û herêmek aramtir
Kurdistan 10:38 PM - 2024-10-18
PUKMEDIA
Serok Bafil Talebanî
Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) Bafil Celal Talebanî peyamek pêşkêşî hêzên ewlekariyê kir û têde spasiya serkeftina proseya dengdanê kir û ragihand: Bi hevre berbi pêşerojeke geştir, berbi herêmek aramtir û got jî: Hûn her timî parêzvanên aştî û aramiyê bûn; û di vê qonaxa girîng de jî we pêşengiya pêşdebirina rewta demokrasiyê kir lewra em bi hewldanên we şanaziyê dikin.
Amaje bi wê yekê kir ku, berpirsiyariya we ye ku hûn aramiya proseya dengdanê biparêzin û ez bawer im hûn dê hêviyên me pêk bînin; ezê bibim bira û dostê we yê dilsoz û daxwaza min ya biratî ew e ku hûn serkeftinên xweşiyê bi awayekî şaristanî bînin ziman.
Naveroka Peyamê:
Ji dil ve spasiyên xwe pêşkêşî hêzên Pêşmerge, Ajansa Parastin û Zanyarî- Zanyarî, Dezgeha Asayîşa Herêmê, Hêzên Navxwe û Polîsên hemû rêveberî, Hêzên Dije-Teror, Komando yên Kurdistan`ê û operasyonan dikim; ji bo beşdarbûna we ya bi coş di biserxistina proseya dengdanê û avakirina rêveberiyeke saxlemtir de.
Îro xwîşk û birayên min yên delal, wek çawa hûn her timî bûne parêzvanên aştî û aramiyê; em bi hewldanên we yên ji bo pêşdebirina rewta demokratîk di vê qonaxa girîng ya herêma me de serbilind in.
Hevalên min yên hêja, di rojên pêş de erk û berpirsyariyeke mezin li ser we ye û parastina aramiya proseyê berpirsyariya we ye; ez ji we daxwaz dikim ku hûn bi heman giyanê û coşa wek îro vê erka girîng bi cih bînin; û ez bawer im ku hûn ê hêviyên me bi cih bînin.
Ez piştrast dikim ku ezê her demê bira û dostê we yê dilsoz bim û daxwaza min ya biratî ew e ku serkeftinên we bi awayekî şaristaniyane ragihînin û wek her demê ji bo Kurdistana me bibin mînak.
Bi hev re berbi pêşerojeke geştir, ber bi herêmek aramtir ve
Birayê we û dilsozê we
Bafil Celal Talabanî
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

