Peyvdara Komisyonê: Rêjeya Dengdana Taybet ji sedî 97 bû
Kurdistan 08:45 PM - 2024-10-18
PUKMEDIA
Cûmane Xelayî
Peyvdara Komisyonê ragihand ku; Rêjeya dengdana taybet ji bo Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê ji sedî 97 bû û zêdetirî 208 hezar dengderan jî dengên xwe dan.
Cûmane Xelayî; Berdevka Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan ya Êraq`ê ji PUKMEDIA'yê re ragihand, ji koma 215 hezar û 960 dengdêran di dengdana taybet de 208 hezar û 521 dengdêran dengên xwe dane ku dike ji sedî 97.
Cûmane Xelayî got: Di proseyê de 926 çavdêrên navxwe û navdewletî û 3 hezar û 750 nûnerên aliyan çavdêriya dengdana teybet kirin.
Cûmane Xelayî aşkere jî kir ku ji tevaya hejmara dengdêrên taybet 203 hezar û 773 dengder ji regezê nêr û 4 hezar û 748 jî ji regezê mê bûn; û ew prose bi serkeftî birêve çû.
Berdevka Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan ya Êraq`ê ragihand ku, rêjeya dengdanê li Hewlêr`ê ji sedî 97, li Silêmaniyê ji sedî 97, li Duhok`ê ji sedî 98 û li Helebce jî ji sedî 96 bû.
Îro roja Înê rêkefta 18-10-2024an demjimêr 07:00 danê sibehê deriyên navendên dengdanê yên taybet li Herêma Kurdistan`ê ji dengderan re hatin vekirin û piştî 11 demjimêran heman rojê demjimêr 6ê êvarê bi dawî bû; ku amêrên dengdanê rawestiyan û dengdana taybet bi dawî bû; li gor zanyariyên PUKMEDIA, li her çar bazineyên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce 215 hezar û 960 dengdêr dikarin dengê xwe bidin dengdana taybet.
Piştî derbazbûna 6 salan, sibeha îro dengdana taybet ji bo Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê birêve çû; û biryare roja Yekşem`ê rêkefta 20-10-2024 an jî Dengdana Giştî ji bo Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê birêve biçe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

