Zêdetirî 215 Hezar hilbijêr di hilbijartina taybet de dê deng bidin
Kurdistan 08:43 PM - 2024-10-17
PUKMEDIA
Dengdan
Dengdana taybet ji bo Hilbijartina Gera Şeşemîn ya Parlemana Kurdistan`ê dê sibê rêkefta 18-10-2024 an demjimêr 7ê danê sibehê dê dest pê bike û biryar e ew prose heta demjimêr 6ê danê êvarî, wate ji bo heyama 11 demjimêran dê berdewam bike.
Li gorî zanyariyên ku PUKMEDIA ji komîsyonê bi dest xistine,di dengdana taybet de li çar bazineyên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce;yê 215 Hezar û 960 dengder mafên wan yên dengdanê hene.
Komîsyon dê 165 navendên dengdanê ji bo dengdana taybet li herêmê veke, ku ji wan 62 li Hewlêr, 57 li Silêmaniyê, 33 li Duhok`ê û yek navend jî li Helebce ye; ev jî di demekê de ye ku hejmara navendên dengdanê yên taybet li çar bazineyên herêmê; 749 navendên dengdanê ne, ku ji wan 306 li Hewlêr`ê, 276 li Silêmaniyê, 142 li Duhok`ê û 3 navendên dengdanê jî li Helebce ne;her weha Ji bilî her çar parêzgehên Herêma Kurdistan`ê, li parêzgehên Kerkûk, Bexda, Selahedîn, Nînowa, Diyala, Wasit û Enbar`ê, navendên dengdanê ji bo dengderên taybet dê bên vekirin.
Ji bo dengdana taybet 251 Hezar û 700 pusûleyên dengdanê hatine amadekirin ku navên 136 lîstan, 84 berbijêrên take kesî, 20 berbijêrên Turkmen û 18 berbijêrên Mesîhî hene; ku li 165 navendan û 749 wêsgehan dê deng bidin.
Piştî 6 salan biryar e roja 18ê Cotmeha 2024an dengdana taybet û roja 20ê Cotmeha 2024an jî dengdana giştî ji bo Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê dê birêve biçe; û bi giştî 2 Milyon û 899 Hezar û 578 kes mafên wan yên dengdanê hene ku li ser çar bazineyên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce hatine dabeşkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

