Dema kampîna hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bi dawî bû
Kurdistan 12:55 AM - 2024-10-16
PUKMEDIA
Parlemana Kurdistanê
Piştî 20 rojan dema kampanyaya hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê bi dawî hat û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) rênmayên komîsyonê cîbicî kir.
Di wê helmeta ku ji 25ê Îlona 2024ê ve dest pê kir û heta dawiya 15ê Cotmeha 2024ê berdewam kir, YNKê pabendî yasa û rêwerzên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê bû û ti binpêkirinek nekir.
Piştî bidawîhatina dema kampanyayê, dengdana taybet bo şeşemîn rûniştina Parlamentoya Kurdistanê, biryar e roja Înê 18ê Cotmeha 2024ê were kirin, ku 215 hezar û 960 kes dikarin deng bidin.
Hilbijartinên gera şeşem a parlamentoyê dê piştî şeş salan di 20ê Cotmeha 2024an de were kirin û 2 milyon û 683 hezar û 618 kes mafê dengdanê hene.
Li çar herêmên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce bi giştî 2 milyon û 899 hezar û 578 kes mafê dengdanê hene.
Parlamentoya Kurdistanê ji 100 kursî pêk tê, 5 kursî bo pêkhateyan e, 2 kursî ji bo tirkmenan, 2 kursî ji bo mesîhiyan û kursiyek jî ji bo ermeniyan. Sîstema navçeyî, ku kursî li ser 4 navçeyan hatine parvekirin, li navçeya Hewlêrê 36 kursî hene, ku 2 kursî ji bo Tirkmenan û mesîhiyan in, navçeya Silêmaniyê 38 kursî ne, 2 ji wan jî bo Tirkmenan û Xiristiyanan in ,yek ji pêkhateya Ermenî ye û navçeya Helebce 3 kursî heye û %30 ji kursiyan ji jinan re hatiye veqetandin.
Di 26ê Hezîrana 2024ê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê biryara pêncem derxist û tê de, di rûniştina xwe ya şeşan de, roja nû ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir, piştî ku berî niha 4 biryarên bi vî rengî dabûn, lê hilbijartin hatibûn paşxistin û bi dawî hat. Axir car roja 20/10/2024ê wek roja lidarxistina helbijartina şeşem a parlementoya Kurdistanê ye.
Di hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de 139 lîste beşdar dibin, ji wan du hevpeymanî, 13 partî û 124 berbijêrên takekesî ji wan 85 berbijêrên giştî û 39 namzedên pêkhateyan, ji wan: 19 namzedên mesîhî bi vî awayî hatine parvekrin: Hewlêr 7, Silêmanî 4,û Dihok 8 namzet û 20 namzedên tirkmen jî bi vî awayî hatine belavkirin: Hewlêr 14, Silêmanî 6 namzed.
Hilbijartin ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve tê birêvebirin û li gorî amarên ku PUKMEDIA ji Komîsyonê, 35 rêxistin û medyayên navdewletî, 13 konsulxane, 12 hezar û 972 nûnerên aliyên siyasî, 15 partiyan, 1980 çavdêrên herêmî û 28 rêxistinên xwecihî çavdêr dibin. Ji bo şopandina hilbijartinan, şeşemîn rûniştina parlamentoya Kurdistanê hatin tomarkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

