Nehêniyên Bereya Gel aşkere bû ku PDK`ê alîkariya wan dike
Kurdistan 12:00 PM - 2024-10-15
PUKMEDIA
Namzedên ku pêwendî bi yekîtî re kirine
Hejmarek mezin ji berbijêrên Bereya Gel dest ji karên xwe berdan û çendîn nehênî eşkere kirin ku Bereya Gel ji bo bangeşeyê alîkariyên xwe yên darayî û lojistî ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) werdigire, lewra red kirin ku ew di Bereya Gel de berdewam bin, Siûd Sabir Mihemed ku berbijêrê Bereya Gel bû li bazineya Dihok`ê, got: Me di vê dawiyê zanî ku hemû post û pankartên Bereya Gel ji aliyê PDK`ê ve dihat dabînkirin.
Di heyama 24 demjimêrên borî de zêdetirî 8 berbijêrên Bereya Gel li bazineya Duhok`ê dest ji kar berdan û tevlî rêzên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) bûn; û li gor zanyariyên PUKMEDIA, hijmarek zêde ya berbijêrên din yên Bereya Gel û hindek partiyên din û bi sedan dengder derketine û ji bo bidestxistina Lîsta 129 ya YNK`ê û herwiha 2 berbijêrên din yên Hevpeymaniya Kurdistanî jî li bazineya Duhok û Hewlêr`ê kar dev ji karên xwe berdan û peywendî digel YNK`ê kirin.
Si`ûd Sabir Mihemed Berbijarê berê yê Bereya Gel li bazineya Duhok`ê jî got: Piştî me zanî ku Bereya Gel alîkariya xwe ji Partiya Demokrata Kurdistan`ê (PDK) werdigire, me dev ji wan berda û tekez kir ku Bereya Gel dûvikê PDK`ê ye û aşkere kir ku; yekane hêza ku dikare guhertinan pêk bîne YNK`ê ye; lewra em daxwaz li her kesî dikin ku Lîsta 129 ya YNK’ê bi serbixin, ji ber ku dê guhertineke berfireh pêk bîne û dawiyê li xwe sepandinê bîne.
Her weha Mamosta Haşim Salih ku di lîsta Bereya Gel de ku hejmara wî sêyem bû, piştî eşkerebûna rastiyan dest ji wan berda û peywendî digel YNK`ê kir; dibêje: Lîsta Bereya Gel lîsta duyemîn ya Partiya Demokrata Kurdistan`ê (PDK) ye, lewma me red kir ku em di nav karên wan de berdewam bin.
Navbirî got: Di axaftin û peyamên Serok Bafil de durustî heye; lewra baweriya me bi wî heye ku guhertinên mezin bi wî bên kirin; û emê jî di nav vê hêza siyasî ya YNK`ê de tekoşîna xwe berdewam bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

