Bi amadebûna Serok Bafil 7. kernevala nasandina berbijêrên YNK`ê li Hewlêr`ê dê bi rêve biçe
Kurdistan 11:17 AM - 2024-10-15
PUKMEDIA
Serok Bafil Talebanî
Îro Sêşem; piştî nîvro rêkefta 15- 10-2024an; bi amadebûna Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî kerneval û bangeşaya dawîn li Hewlêr`ê dê birêve biçe; ku têde Serok Bafil Celal Talebanî dê peyama wî ya nû hebe, pêştir jî di kernevala Lîsta 129 ya Germiyan`ê de gotibû: Ezê Li Hewlêr`ê bersiva wan kesan bidim ku dipirsin emê çi bi dawî bikin; her weha li kernavala Badînan`ê jî tekez kir ku ewê sibê bersiva wan kesên bidim ku bipirsin emê dê dawiyê li çi bînin.
Li gorî daxuyaniya Berdevkê Lîsta 129 a YNK'ê Karwan Gezneyî, Berdevkê fermi yê Lîsta 129 ya Yekîtiyan Nîştimaniya Kurdistan`ê ku wêneyek ji wê ji PUKMEDIA re hatiye şandin aşkere kir ku, YNK dê heftemîn û dawîn kernevala xwe ya ji bo bangeşeya Hilbijartina Gera Şeşemîn ya Parlemana Kurdistan`ê li Hewlêr ya paytext li dar bixe.
Di wê kernevalê de; Bafil Celal Talebanî ; Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) dê gotarek pêşkêşî welatiyên Hewlêr, Yekîtiyan û welatiyên Herêma Kurdistan`ê bike.
(Em ê Dawiyê Li Desthilata Xwesepandî Bînin) dirûşma serekî yê Lîsta 129 yê YNK`ê ye; û Karnevala dawîn demjimêr îro demjimêr 3 piştî nîvro li Mekteba Siyasî ya YNK’ê ya li ser riya serekî ya Kerkûk`ê dê bi rêve biçe.
Bafil Celal Talebanî ; Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) di dema bangeşeyên ji bo nasandina berbijêrên lîsta 129 ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê de li parêzgeh, navçe û qezayan 7 karnavalên mezin li darxistin; her wiha di wan kernevalan de tekez kiribû, ku bi piştevaniya gelê Herêma Kurdistan`ê, emê dawiyê li rejîma desthilatdar, gendelî, cudaxwaz û ne dadperwer bînin, ji bo vê jî pêwîstiya me bi piştevaniya gelê Herêma Kurdistanê heye; û daxwaz ji wan kir ku roja 20ê Cotmeh ya sala 2024 an; sindoqên dengdanê kesk bikin û YNK`ê bikin hêza yekem li Herêma Kurdistan`ê, ji ber ku di dema borî de jî hatiye selmandin ku her dema ku postê serok wezîriyê li cem YNK`ê bûye, xelk di jiyeneke xweşiyê de bibûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

