Serok Bafil ji devera Raperînê re: Emê bi hevre dawiyê li xwesepandinê bînin
Kurdistan 10:09 PM - 2024-10-12
PUKMEDIA
Serok Bafil Talebanî
Bafil Celal
Talebanî ;Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) peyamek arasteya
welatiyên herêma Raperîn`ê kir û ji bilî spaskirinekek zaf; ji ber ku ji ber qerebalixiya gel û
pirsgirêkên teknîkî ;gel ne kariye gotinên wî bibihîsin, daxawza lêborîn kir û
got:Tişta ku me gotiye emê cî bi cî bikin.
Serokê
Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) aşkere kir ku, ez di çi wêstgehekê de dev ji we
bernadim û bi hevre emê dawiyê li xwesepandinê bînin,wek çawa ku coşa we niha
neyarên me tirsandiye û dengê we yê bilind tirs xistiye dilê hemûyan.
Naveroka
Peyamê…
Welatiyên
hêja û serbilind yên devera Raperîn`ê.,ez ji dil û can spasiya we dikim ji bo
dilsozî û dilxweşiya we ya ji bo Yekîtiyane û ez bi hatin û amadebûna we
şanaziyê dikim.
Nêzîkbûn û
axaftina digel we rûmeteke mezin e; min dixwest ez zêdetir digel we bimînim, û
li ser tiştên cuda û zêdetir biaxifim, lê ji ber qerebalxiya zêde û kelecana we, hejmarek ji
hezkiriyên me êş gihîşte wan lewra ji bo ewlehiya her kesekî me gotara xwe kurt
kir daku hezkiriyên me tûşî ne rihetiyê nebin.
cansaxî û tenduristiya we ji bo me her tiştek e, ji ber vê yekê min
yekser ferman da tîmên xwe ku ji nêzîk ve rewşa tenduristiya wan hezkiriyan
bişopînin; û li cem wan bimînin heya ku em tenduristiya wan piştrast bikin.
Her wiha em lêborîna xwe ji hemû kesên ku ji ber pirsgirêkên teknîkî ku
nekarîne guh bidin axaftinên me dixwazin, lê em wan piştrast dikin ku tiştê me
gotiye emê cî bi cî bikin.
Gelê me yê Xweşewîst û Serbilind
Ew coş û hewlên we yên dilsozane ji bo serkeftina lîsta YNK`ê nayê
jibîrkirin û em spasiya amadebûn û
piştevaniya we dikim, û dubare dikim û ji bo we piştrast dikim ku ez birayê
we me û ezê her demê piştevanê we bim; ez
di çi wêstegehekê de dev ji we bernadim û bi hevre emê dawiyê li xwespendinê
bînin, wek çawa ku niha coşa we neyarên me tirsandiye û dengê we yê bilind tirs
xistiye dilê hemûyan.
Dilsozê we
Bafil Celal Talabanî
#Yekitî129
#PUK129
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

