Qubad Talebanî zêdetirî 3 Milyar Dînar ji bo xizmeta sêktera werzîşê terxan kir

Kurdistan 06:38 PM - 2024-10-11
Qubad Talebanî û kadroyên Burda Werzîşê Ragihandina Qubad Talebanî

Qubad Talebanî û kadroyên Burda Werzîşê

Qubad Talebanî Hilbijartin

Qubad Talebanî, Berpirsê Nivîsîngeha Serok Mam Celal di civînekê de digel Burda Werzişî û Desteya Bilind ya Werzişê ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) zêdetir ji 3 Milyar Dînar ji bo xizmetkirina sêktera werzîşê terxan kir.

Ev kojmê pareyan dê ji bo çêkirin, nûjenkirin û dabînkirina kelûpelên yarîgehan li parêzgehên Silêmanî, Helebce, rêveberiyên serbixwe yên Raperîn, Germiyan û qezaya Berdereş yên parêzgeha Duhok`ê tên terxankirin.

Li gor wê planê, ew bûdce ji bo 31 projeyan hatiye terxankirin, ku çend yarîgeh dê bên nûjenkirin û çend yarîgeh jî bên çêkirin û pêwîstiyên çend yarîgehên din jî dê bên dabînkirin.

Ev pêngav dê gelek pirsgirêk û kêmasiyên jêrxana werzîşê çareser bike, daku yane û tîmên neteweyî di nav sînorên xwe de şiyanên xwe pêş bixin.

Her weha Qubad Talebanî di civînê de ; Burda Werziş raspart bi karên zêdetir li ser bi pîşekirina werizş ji bo werzişvanan û behemanînên di kerta werziş de bê kirin;ji bo wê mebestê jî plan û proje pêşkêşkirin ku di qonaxa bê de çawa kar li ser dê bê kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket