Qubad Talebanî: Emê di vê hilbijartinê de PDK`ê rawestînin
Kurdistan 05:20 PM - 2024-10-10
Ragihandina Qubad Talebanî
Qubad Talebanî
Qubad Talebanî di
civîneke girseyî de ragihand ku Ewê di vê hilbijartinê de Partiya Demokrata
Kurdistan`ê (PDK`ê) rawestînin û dawiyê li xwe sepandinê bînin, wek çawa ku di
heyama du salên borî de, di çendîn wêstgehan de serok Bafil û YNK`ê, Partiya Demokrata
Kurdistan`ê (PDK`ê) rawestandibûn.
Qubad Talebanî Berpirsê
mekteba Sekreteriya Serok Mam Celal di civîneke girseyî li navçeya Xidran û
gundên Binarê Kosret got: Di salên
dawiyê de beşeke mezin ji welatiyan ji ber bêhêvîbûna wan ji guhertinan,
lawazbûn, nakokiyên di nav refên YNK`ê û sextekariya di hilbijartinan de amade
nebûn ku beşdarî hilbijartinan bibin, lê YNK`ê ya nû bi serokatiya Bafil Celal Talebanî hêviyek mezin vegerandin
ji bo xelkê Kurdistan`ê, û got:Niha qonaxek nû dest pê kiriye, xelk niha xwe
xwediyê vê Yekitiya nû dizane, ji ber ku YNK`ê di 3 salên borî de xwe ji nû ve
birêxistin kir û bû yekitiya daxwaziya xelkê.
Qubad Talebanî ji
welatiyan re got: Di van 3 salan de, Serok Bafil dikarî rêzên YNK`ê ji nû ve
birêxistin bike; û beşek mezin ji beşên cûr bi cûr yên civakê bi YNK`ê re li
hev bike û derî di rûyê her sextekariyê di hilbijartinan de daxist; ji ber vê yekê îro xelk ji her demê bêhtir hêvîya
wan bi guhertina di awayê rêveberiyê de heye.
Berbirsê Mekteba
Sekreteriya Serok Mam Celal, piştî amaje ku bi rewşa partiyên din û daxwaza
civakê ya ji bo guhertina di rêveberiyê de kir, got: Niha yekane aliyek ku hem xwestek û hem jî vîna wî ya guhertinê hebe, û hem
jî amûr, hêz û şiyana ya pêwîst hebe Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) ye;her wiha got: Wek çawa di 2 salên borî
de di çendîn wêstgehan de Serok Bafel û YNK`ê dikarîn PDK`ê rawestînin, di vê hilbijartinê
de jî emê careke din PDK`ê rawestînin û dawiyê li rêveberiya xwesepandî bînin.
PUMKEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

