Talebanî: Bernameyeke me ya bihêz heye bo xizmetkirina girseyan
Kurdistan 06:46 PM - 2024-10-09
PUKMEDIA
Civînên birêz Qubad Talebanî bi gel re
Di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li gel çîn û beşên civakê yên li îdareya Raparînê de, berpirsê sekreteriya Serok Mam Celal ,Qubad Talebanî li gel tîma rêkxistinên demokratîk yên kampaniya ragehandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê civiya.
Di hevdîtinê de Qubad Talebanî amaje bi wê yekê jî kir, ku ti aliyekî siyasî li qasî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, qurbanî û şehîd nedaye û em Xwedî pilan û pirojeyên saxlem in ji bo xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê.
Berpirsê sekreteriya Serok Mam Celal teqez kir:"Di van sê salên borî de, di bin çavdêriya Serok Bafil de, Yekîtiya Niştimanî ji nû ve xwe organîze kir, daxwazên girseyan şopand û bernameyeke diyarkirî ji bo cîbicîkirinê heye.
Wî di beşeke din ya civînê de diyar kir, "Di heyamên berê de, baweriya ciwanan bi Yekîtiya Niştimanî lawaz bû, ji ber ku rêjeyeke mezin ji ciwanan hilbijartinên berê boykot kirin. Lê bi hewlên Serok Bafil, lihevhatin bi hejmareke mezin ciwanan re pêk hat û ev ji bo Serok Bafil û YNKê di dema niha de serkeftinek mezin tê hesibandin."
Qubad Talebanî got: “Dijberên me ji her demê bêhtir ji Yekîtiya Niştimanî û hêza wê ditirsin, bi taybetî ku Yekîtiya Niştimanî hemû deriyên sextekariyê girtiye, ji ber wê jî serkeftineke mezin li benda Yekîtiya Niştimanî û dengderên Yekîtiyê ye .Ji her kesî re dilniya dikin ku em ê vê serketina mezin di sererastkirina rêbaza rêveberiyê û xizmetkirina gel de pêk bînin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

