Zanîngeha Silêmanî li ser asta Êraqê pileya yekem bi dest xist
Kurdistan 02:31 PM - 2024-10-09
PUKMEDIA
Zanîngeha Silêmanî
Li gorî rêzbendiya Times Higher Education yê Birîtanî zanîngeha Silêmaniyê di
nav zanîngehên Herêma Kurdistanê û Êraqê de pileya yekem e.
Pileya Zanîngeha Silêmaniyê hat bilindkirin
Serokê zanîngeha
Silêmaniyê wiha got: Bi boneya wergirtina pileya yekem bo cara yekemîn em pîrozbahiyê li xwe û hemû
kesî li hemû mamoste, karmend û xwendekarên zanîngeha Silêmaniyê dikin.
Amaje bi wê yekê jî kir ku di rêzbenda heman saziyê de,
zanîngeha Silêmaniyê di navbera 2800 û 2900 zanîngehên cîhanê de cih girtiye,
lê niha zanîngeha me di rêza 1000 û 1200 de cih girtiye, ku ev yek ji bo
zanîngeha Silêmaniyê û tevahiya Herêma Kurdistanê destkefteke girîng e.
Di beşdariya yekem de Zanîngeha Silêmaniyê bû yekemîn
Rêzbenda Times Higher Education yekîke li rêzbendên sereke
yê cîhanê ye, ji ber pîvanên ku hatine destnîşan kirin hejmarek piçûk ji
zanîngehan dikarin beşdarî vê rêzbendê bibin.
Zanîngehên Iraqê 7 sal in beşdarî vê proseyê bûne, sê sal
zanîngeha Bexdayê bû yekem, du sal zanîngeha teknolojiyê bû yekem, salek
zanîngeha babil yekem bû û îsal jî zanîngeha Silêmaniyê di yekemîn beşdariya
xwe de pileya yekem bi dest xist.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

