Berdevkê lîsta 129: Yekîtî bi fermî hejmara min red dike
YNK 01:35 PM - 2024-10-07
PUKMEDIA
Berdevkê lîsta 129 Kerwan Geznayî
Berdevkê Lîsteya 129 ya hilbijartinên Parlamentoya
Kurdistanê Kerwan Geznayî tekez kir ku, kampîna hilbijartinên Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê bi başî û medenî birêve diçe û di asta peyama me ya ji bo
hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ye.
Kerwan Geznayî di kongirekî rojnamevanî de ku PUKMEDIA lê amade
bû got: Yekîtiya Niştimanî bi boneya axaftina Serok Bafil Celal Talebanî li
navçeya Koyê, red dike ku karmendan di pirojeya hejmara min de tomar bike û di
beranberê de jî tekez dike ku herêmîkirina( tewtînkirin) mûçeyên karmendan di
bankên federal de çareseriye ji bo çareserkirina kêşeya dabînkirina mûçeyên
karmendan li herêmê, bane ku karmendan neçar bikin ku di pirojeya hejmara min
de tomar bikin ji ber ku tenê di berjewendiya çend bankên taybet de ye.
Kerwan Geznayî eşkere kir: Em di wê baweriyê de ne ku bi
cîbicîkirina mûçeyên karmendan di bankên federal de li gor biryara Dadgeha
Bilind a Federalî çareseriye û me ferman daye tîma xwe di hikûmeta federal û
civata nûneran de ku hemû tedbîrên pêwîst bigirin ji bo handana bankên federal
ji bo vekirina beşên xwe li parêzgeha Silêmaniyê ji bo tewtînkirina mûçeyên
karmendan, û em bang li hemû aliyên siyasî yên din dikin ku projeya hejmara min
red bikin û alîkariya me bikin ku ev biryar ji bo berjewendiya welatiyan were
cîbicîkirin.
Di derbarê pirsa gaza xwezayî de Serok Bafil Celal Talebanî
tekez li ser wê yekê kir ku, petrol û gaz çavkaniyên xwezayî ne ku pêwîste di
xizmeta welatiyan de bin, lê siyaseta heyî hemwelatiyan ji sûdwergirtina wan
çavkaniyan bêpar kiriye. Em rê nadin ku gaza sirûştî wek petrolê lê bê û tenê di
berjewendiyên hin kesan de be, divê bikeve xizmeta welatiyan.
Berdevkê Lîsteya 129 amaje bi wê yekê kir ku sibe Sêşemê
çaremîn karnavala lîsteya 129 li rêveberiya Germiyan birêve diçe û Serok Bafil
Celal Talebanî dê gotarekê ji welatiyan re pêşkêş bike û YNK ji bo rastkirina
rêbaza hikûmetê dixebite û wê dawî li desthilatdariya xwesepên û zîhniyeta
hizbî bîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

