Qubad Talebanî: Serdema bikaranîna dengên mirî bo aliyekê bi dawî bûye
Kurdistan 08:46 PM - 2024-10-06
Nivîsgeha Ragihandinê Qubad Talebanî
Qubad Talebanî li gel xelkê Hêro û Halşo
Berpirsê Mekteba Sekreteriya Serok Mam Celal, Qubad
Talebanî di çarçoveya kampîna bangeşeya hilbijartinên Yekîtî serdana
navçeyên Hêro û Halşo û gundên derdora Pişderê kir û ligel rûniştvanên herdu
navçeyan civiya.
Qubad Talebanî di her du civînan de ligel rûniştvanên
navçeyên Hêro û Halşo de behsa cudahiya di navbera van hilboijartinan û yên
berê de kir û ragihand: Di vê hilbijartinê de sextekarî çênabe û ti aliyek
nikare bi sextekirina dengên kesên mirî û koçber hewl bide ku di hilbijartinê
de bi ser bikeve.
Berpirsê Buroya Sekreteriya Serok Mam Celal jî behsa rewşa
YNKê kir û got: Yekîtî di dema Serok Bafil Celal Talebanî de ji çend salên borî
gelek cuda ye û niha YNK yekdeng e û tê zanîn ku serkirdeyê YNKê sozên xwe hene
û her çi sozê bide dê cîbicî bike.
Qubad Talebanî eşkere kir: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
tiştên ku dibêje cîbicî dike û weke ku me got emê dawî li desthilatdariya
desthilatdar (xwesepên) li Kerkûkê bînin û parêzgarekî ji Yekîtiya Niştimanî li
Kerkûkê destnîşan bikin, me jî ev yek pêk anî û weke ku me sozên salên borî bi
cih anî emê jî tiştên ku me ji bo sererastkirina rêbaza rêveberiyê û
vegerandina hevsengiya hêzê bi cih bînin.û em bang li welatiyan dikin ku pişt
bidin YNK ku rêbaza desthilatdariyê serrast bikin.
Qubad Talebanî her wiha got: Ev hilbijartin derfeteke girîng
û mezine ji bo guhertinan û ti hêzek ji bilî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
nikare rêgehê rast bike û şêweyê hikûmetê biguhere, lewma serkeftina YNK di
hilbijartinên dahatû de deriyê ji bo guhertinên ku welatî bi salan li bendê ne
vedike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

