Qubad Talebanî: Gund li pişta YNKê ne ji bo guhertina hikûmetê
Kurdistan 01:34 PM - 2024-10-06
Ragihandina Qubad Talebanî
Qubad Talebanî
Di dirêjayiya
serdanên xwe bo gundan de Qubad Talaban berpirsê mekteba Sekreteriya Serok Mam
Celal serdana navçeya Bangird û gundê Şarstênî kir û civîneke cemewerî li dar
xist.
Di her du
hevdîtinan de, Qubad Talebanî behsa cudahiya vê hilbijartinê û cudahiya YNKê ya
niha û çend salên borî kir û ragihand ku YNK gîştiye wê baweriyê ku desthilatdariyê
bi awayê niha nabe berdewam be û divê guhertinên bingehîn bên kirin daku bê
cudahî xizmeta hemû bajar û deveran bike û bi vegerandina hêvî û baweriya
xelkê, destkeftên dîrokî yên gelê me biparêze.
Got jî: berê YNKê
ji ber fireksiyon û çend alîyan nikarîbû xwedî siyaseteke zelal be û di wê astê
de lawaz bû, ku alavên pêwîst bo guhertin û xizmetkirina gelê Kurdistanê
tinebûn. lê di van sê salên borî de, YNK bi serokatiya Bafil Celal Talebanî,
berdewam mijolî xwerêxistinkirin ûxwebihêzkirin bû, niha jî bûye hêzeke xwedî
biryar û yek araste û li ser asta Herêma Kurdistan û Êraqê jî hesabeke taybet
jêre tê kirn.
Talebanî got, YNK
dixwaze di vê hilbijartinê de serkeftineke mezin tomar bike da ku rêya
desthilatdariyê serrast bike û xwerêveberiyê xwesepên bi dawî bike, herweha
hikûmet û hemû saziyên desthilatdariyê bixe xizmeta gel.
Got jî, wek çawa di
serdema şoreşê de gund li pişta YNKê bûn, YNK jî vegeriyaye ser heman rêyê û li
hêviya wê yekê ye ku xwe bispêre deng û îradeya gundiyan û beşên din ên civakê.
Ber bi guherîna mezin a ku gelê Kurd bi salan li benda wê ye û daxwaza wê dike,
bimeşin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

