Kernevala lîsta 129 ya YNK`ê îro li Koyê birêve diçe

Kurdistan 12:31 PM - 2024-10-05
Lîsta 129 ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) PUKMEDIA

Lîsta 129 ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK)

Lîsta 129 Hilbijartin Parlemana Kurdistanê

Îro Şemî rêkefta 05-10-2024 an, bi amadebûna Bafil Celal Talebanî; Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) bi dirûşma (Emê Dawiyê li Desthilata Xwesepandî Bînin) Sêyemîn kernevala berfireh ya YNK`ê ji bo bangeşeya Hilbijartina Gera Şeşem ya parlemana Kurdistan`ê li yarîgeha Koyê tê lidarxistin.

Berbijrên Lîsta 129 yên YNK`ê li bazineya Hewlêr`ê (64), li Silêmanî (72), li Duhok (30) û li Helebce jî (6) berbijêr hene,ku ew hemû li gor mercên yasayî yên Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Êraq`ê derketine.

Biryar e roja 20-10-2024 an Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê dê birêve biçe,Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK), bi dirûşma (Emê Dawiyê li Desthilata Xwesepandî Bînin) û bi lîsta 129 û bi 172 berbijêran xwe ku li ser 4 bazineyan hatine dabeşkirin dê beşdarî hilbijartinê bibe.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket