Serokê Fraksiyona DEMê: Mam Celal bû sedema aştiya Rojhilata Navîn
Cîhan 12:38 PM - 2024-10-04
Ajans
Serokê Fraksiyona DEMê li Parlamentoya Tirkiyê Sirri Sakk
Serokê Fraksiyona DEMê li Parlamentoya Tirkiyê behsa rola Serok Mam Celal dike
û di rûniştina Parlamentoya Tirkiyê de got: Mam Celal mamê Kurd û yek ji
girîngtirîn kesayetiyên siyasî yên Rojhilata Navîn bû. Weke Serokomarê Êraqê
roleke mezin di aştiya di navbera hemû hêzên Êraqî û Rojhilata Navîn de
hebû."
Serokê Fraksiyona DEMê li Parlamentoya Tirkiyê Sirri Sakk di
rûniştina Parlamentoya Tirkiyê de ku hevdem ligel salvegera koça dawî ya Serok
Mam Celal e, got: Mam Celal mamê Kurd e û yek ji girîngtirîn kesayetên siyasî
yên Rojhilata Navîn bû, tevahiya jiyana xwe weke Pêşmerge li çiyayên Kurdistanê
qedand ji bo redkirina bindestiyê û rawestana li dijî faşîzmê şer kir.
Weke serokkomarê Êraqê roleke sereke lîst û bû fakterekî
girîng ji bo aştiya di navbera hemû hêzên Êraqî û Rojhilata Navîn de.
Amaje bi wê yekê jî kir ku di sala 1993’an de me hemûyan bi
hev re cara yekem li Sûriyeyê agirbest pêk anî. Endezyarê vê rêxistinê Mam
Celal û Torgut Ozal bûn, bi vê boneyê ez silavan ji rihê herdu rihmetiyan re dişînim.
Mam Celal, yekem serok komarê Êraqê û Sekreterê Giştî yê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê roja 17-12-2012, ji ber têkçûna rewşa
tendirustiyê bo Almanya hat şandin ji bo wergirtina çareseriya pijîşkî lê çmixabin
di 3-10-2017an koça dawî kir û niha heft sal bi ser koça dawî ya Serok Mam
Celal re derbas bû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

