Duyemîn karnevala lîsteya YNKê ya 129 li Helebce dest pê kir
Kurdistan 05:16 PM - 2024-10-02
PUKMEDIA
Yekemîn karnavala danasîna lîsteya 129 ya YNKê li Silêmaniyê
Serok Bafil Celal Talebanî li Helebce stadyumeke tijî xelk û alîgir beşdarî karnavala duyemîn a kampanyaya lîsteya 129 ya YNKê bû,bi nasandina namzedên YNKê niha dest pê kir.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî di duyemîn karnavala nasandin û kampanyaya lîsta 129 û namzedên wê li Helebce li ber stadyûmeke tijî gel, heval û alîgirên xwe got:"Dema Serok Mam Celal sax bû, Kurdistan bi hêz bû. Dijberên me hizir dikirin ku YNK piştî Serok Mam Celal bi dawî bibe. Tevî ku çend partî ji YNKê veqetiyan, lê YNK bi hêz ma.’’
Wî zêde kir:“Sedema nebûna mûçeyan ew e ku rejîma desthilatdar dixwaze mûçeyan li bankên xwe de bihêle, ji ber ku YNKê pirsgirêka bûdceya Bexdayê çareser kir, lê rê neda, ji ber ku dixwazin bikevin berîka wan.’’
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî got: "Bila mamostayên olî çavdêriya me bikin û ola me biparêzin. YNK dê bi hemû hêza xwe piştgiriya wan bike. YNK mamostayên olî yên weke wan ji mizgeftan dernaxe û emê wezîrekî ewqafê ku Xwedê nas bike destnîşan bikin."
"Piştî serokwezîrtiyê ev 17 sal û nîv e di destê partiyê de ye. Bila birêz Mesrûr Barzanî û wezîrên PDK'ê ji hesabê min xanenişînên xwe bistînin."
Di dawiya peyama xwe de xîtabî gel kir û wiha got:“Serokên partiyên din nikarin wek min rasterast bi we re biaxivin, lewma ez bang li Mesrûr Barzanî û serokên din ên kurd dikim ku li ku derê bixwazin, gotûbêjeke vekirî ba li dar bixin.’’
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi 129 berbijêran li her çar bazneyên (Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce) beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dibe û 172 namzed hene bi ser herçar bazneyan hatine dabeşkirin û dirûşma serekî a lîsteyan ewe Dawî pê tînin e.
Li gor wê daxuyaniyê ku wêneyek jê ji PUKMEDIA re hatiye şandin, dê hemû berbijnamzedên lîsteya (129) YNKê li her çar parêzgehan (Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce) amade bin û Serok Bafil dê gotarekê pêşkêş bike.
Namzedên lîsta 129 li bazneya Hewlêrê (64) namzed, Silêmanî (72) namzed, Duhok (30) namzed û Helebce (6) namzed û hemû jî mercên yasayî yên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan derbas kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

