YNK dê dawî li desthilatdariya otorîter û qirêj bîne
Kurdistan 04:27 PM - 2024-09-30
PUKMEDIA
Lîsteya 129 ya YNKê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dixwaze rejîma otorîter û hikûmeta gendelî li Herêma Kurdistanê bidawî bîne û daxwaz ji xelkê dike ku di roja hilbijartinê de bi dengên xwe hevsengiya hêzê li herêmê serast bikin. Namzedê Civîna şeşemîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê ragihand:’’YNK heta radeya hilweşandina vê hikûmeta otorîter alîgirê reform û xizmetguzariyê ye ji bo gel.’’
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî di peyamekê de ji bo gelê Herêma Kurdistanê di çarçoveya kampaniya hilbijartinê de ragihand:“Bi piştgiriya Xwedê û gel em ê vê rejîma qirêj û qigenî hilweşînin.’’
Tenê YNK dikare rêbaza desthilatdariyê rast bike
Namzedê jimare 17 yê lîsteya Yekêtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya jimare 129 li herêma Silêmaniyê Burhan Ebdulrehman Mistefa ji PUKMEDIA re got:“Gelê Kurd hemû dizane ku tenê YNK dikare rêbaza desthilatdariyê sererast bike û ti aliyek din xwediyê wê şiyane nîne.’’
“Wek Serok Bafil got, ev hikûmet ne ya xelkê bû, lê hikûmeteke malbatî bû, xwe dispêre siyaseteke otorîter, ji ber ku ev siyaseta hikûmetê ne ji bo gelê Kurdistanê ye û ne jî di berjewendiya gel de ye.Hemwelatiyên Kurdistanê ji bo azadî û bexteweriyê gelek qurbanî dane, lê mixabin azadî nemaye û hikûmet tenê bo herêma zer e.”
Erka YNK’ê ye ku dawî li vê desthilatdariya keyfî bîne
Guhertina ji partiyeke ku ji gel tê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) erka xwe dibîne ku dawî li vê rejîma otorîter bîne.
Namzeta jimare 3 ya lîsteya jimare 129 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li herêma Hewlêrê Fehîma Saber ji PUKMEDIA re ragihand: “Guhertin û xizmetguzarî dikare ji aliyê partiyeke ku ji gel tê û ji nav gel hatiye avakirin, ew jî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye û armanca kabîneya bê ew e ku bibe kabîneya xizmetguzariyê.’’
“Guhertina hikûmetê ta astê rûxandin di asta daxwazên gelê Herêma Kurdistanê de ye, ji ber ku di heyama 17 salên derbasbûyî de ku serokwezîr ligel PDKê bû, xelkê gelek ziyan dîtine, bi taybet di vê kabîneyê de, bi taybetî li Hewlêr û Duhokê rê nedan wan bi eşkere nêrînên xwe bînin ziman, ji ber wê jî erkê YNKê ye ku dawî li vê rejîma otorîter bîne. ‘’Fehîme Saber got
Yekîtî dê hikûmeteke xizmetguzarî pêk bîne
Her dema ku serokwezîr li gel YNKê bû, xizmetguzarî dikir.Her kes dizane ku avakirina hikûmeteke xizmetguzarî ji bo pêşeroja herêma me tenê ji aliyê YNKê ve dibe.Namzeda jimare 11 ya lîsteya jimare 129 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li herêma Dihokê Halîma Fexrî Qadir ji PUKMEDiA re ragihand:“Damezrandina hikûmeteke xizmetguzarî ji bo pêşeroja herêma me, tenê ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve tê kirin, ji ber wê jî pêwîste gel dengê xwe bide partiya xwe YNK, ji bo bidawîkirina desthilata gendeliyê.
“Di kabîneyên berê de, her çendî serokwezîr demekê ligel YNKê bûya jî, em dibînin ku bê cudahî xizmeta gelê xwe kiriye.Me herêm rizgar kiriye, ji bo berdewamkirina vê xizmet û jiyaneke birûmet divê xelk dengê xwe bidin namzedên YNKê û hevsengiya hêzê li herêma me vegerînin.”Wiha got
Lîsteya 129 ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi diruşmeya “serastkirina rêya rêveberiyê”dê beşdarî şeşemîn rûniştina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibe, ku biryare 20ê Cotmeha 2024ê birêve biçe û plana wê yekê dike ku bi dengê gelê kurd dawî li dîktatorî û xwerêvebirinê bîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

