Encûmena Nûneran deng li ser proje yasaya vegerandina milkan bo xwediyên wan dide
Îraq 12:57 PM - 2024-09-30
PUKMEDIA
Nûnerê fireksiyona YNK Xerîb Ehmed
Biryare sibe Sêşemê 1/10/2024 encûmena nûnerên Êraqê di
rûniştina xwe de deng li ser proje yasaya “Vegerandina xaniyan bo xwediyên wan
li gor hin biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya hilweşiyayî” bide.
Di vê derbarê de, endamê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê li civata nûneran Xerîb Ehmed ji malpera fermî PUKMEDIA re ragehand:
Biryare sibe civata nûneran civîna xwe li dar bixe û bernameya kar jî ji 6 bendan
were kirin, ku xala yekem dengdana li ser yasaya vegerandina milk û xaniyan ji
xwediyên wê re ye, ku ev yek di bin hin biryarên Encûmena Serkirdayetiya şoreşê
ya hilweşayî de ye.
Xerîb Ehmed got jî: Biryar bû roja 17ê vê mehê civata
nûneran deng li ser proje yasaya navborî bida, lê ev xal ji bernameya kar hat
derxistin û ji ber wê jî, Yekîtiya Niştimanîê ya Kurdistanê rûniştin baykot
kir.
Nûnerê fireksiyona Yekîtiya Niştîmanî diyar kir: “Li gorî projeya
qanûnê, 8 biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya hilweşiyayî ku di navbera
salên 1975 û 1979’an de hatibûn derxistin, bi armanca destdanîna li ser zeviyên
cotkaran di nav sînorên parêzgeha Kerkûkê û navçeyên din ên navçeyên nekok dê
bên betalkirin, û piraniya wan milkan yên welatiyên Kurd û Tirkmen in.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di heyama vê dawIyê de
hewlên bêrawestan dabû ji bo derxistina proje yasaya vegerandina milkan bo
xwediyên wan bi taybetî li parêzgeha Kerkûkê û navçeyên nekok.
Navê pêşnûmeya qanûnê (qanûna vegerandina milkan ji xwediyên
wan re ku bi hin biryarên encûmena serkirdeyetiya şoreşa hilweşiyayî ve
girêdayî ye) ku ji aliyê Komîteya Yasayî ve hatiye pêşkêşkirin, ji ber
derxistina gelek biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya hilweşiyayî ji bo
desteserkirina erdên girêdayî hemwelatiyan û ji bo vegerandina mafan ji
xwediyên wan re û rakirina bandorên ku ji wan derdikevin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

