Lîsteya YNK'ê ya 129: Dawî pê tînin û cîbicî dikin
Kurdistan 11:23 AM - 2024-09-29
PUKMEDIA
Logoya YNK û jimareya lîst
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî
di peyama kampîna bangeşeya lîsta 129 de wiha got: Emê dawî li desthilata
xwesepên bînin û rêrewî desthilatdariyê rast dikin, her wek “Dawî lê tînin” di nav dirûşm û sernavên
partiyên din herî bi xêr hatî bû, steratejiya yekîtî ya nûh ewe ku çi bêjin bicih
tînin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekezî li ser pêwîstiya serrastkirina
rêbaza hukimdariyê, pêkanîna hikûmeteke dadperwerane û xizmetguzarî û
bidawîkirina desthilata yekdestdariya li Herêma Kurdistanê dike û ji bilî
cîbicîkirina xwestekên welatiyan û bilindkirina asta jiyana wan, tekez dike.
Bi dawîkirina yekdestdariya desthilatdariyê
Berpirsê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa dibêje: Yekîtiya Niştimanî dê bi rêya demokrasî û hilbijartinan dawî li yekdestdariya desthilatê bîne.
Got jî: Peyama Serok Bafil Celal Talebanî bo helbijartinan zelal û wêrek e û peyamek e ji bo beşdarbûna hemû pêkhateyên civakê di damezrandina desthilatekê de ku vîna wan derbixe û daxwazên wan cîbicî bike û bê cudahî xizmeta hemû welatiyan bike.
Rastkirina rêbazê
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Seidî Ehmed Pîre dibêje: Yekîtî ji bo bidawîkirina stemkarî û desthilata yekdestdariyê kar dike û dixwaze daxwazên welatiyan cîbicî bike.
Got jî: Em dixwazin dawî li vê awayê şaş ê rêvebirinê bînin û kar bo baştirkirina asta jiyana hevwelatîyan bikin, ji bilî çareserkirina pirsgirêka mûçeyên karmendan bi yekcarî.
Hilbijartinên çarenûsin
Endamê Encumena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Aras Mihemed Axa ku berpirsê kampîna hilbijartinan li navçeya Duhokê ye, dibêje: “Hilbijartinên dahatî hilbijartinên çarenivîser û bibandor in ji bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û xelkê Kurdistanê bi giştî, da zanîn ku armanca sereke ya Yekîtî serrastkirina rêbaza desthilatdariyê li Herêmê ye.
Endamê Encumena Serkirdayetiyê tekezî li ser giringiya hilbijartinên yasayî ji bo Herêma Kurdistanê bi giştî û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi taybetî kir û tekezî li ser wê yekê kir ku hemû hewlên xwe bidin ji bo serkeftina lîsta Yekîtiya Niştimanî di hilbijartinan de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

