Se`idî Pîre: YNK dê dawiyê li takrewî û xwesepandinê bîne

Kurdistan 08:07 PM - 2024-09-28
Se`idî Ehmed Pîre Berdevkê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê PUKMEDIA

Se`idî Ehmed Pîre Berdevkê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê

Lîsta 129 YNK

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje, YNK dê dawiyê li desthelata takrewiyê bîne.

Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Se`idî Ehmed Pîre di hevpeyvînekê de digel televizyona Gelî Kurdistan de got: Welatiyan bertekên gelek baş li hember peyama Serok Bafel nîşan dane, ji ber ku Serok Bafil gelekî sade ji her kesî re axivî û her kesî peyama wî fêm kir, Kongreya Pêncem wusa kir ku YNK`ê  yekrêz û yekdeng be û YNK`ê kir hizbekî cuda.

Berdevkê YNK`ê got: Ev hilbijartin cuda ye û kes nikare li cihê kesekî din deng bide, ev jî bûye sedema tevliheviyê di nav hinek aliyan de.

Got jî: Serok Bafil heta niha çi gotîye cîbicî kirîye, vê carê jî guhertin misoger e û bi amadebûna serok Bafil û serkeftinên ku bi dest xistine, pêşbînîya deng û kursîyên baş ji bo YNK`ê dikim.

 

Derbarê Kerkûk`ê jî , Berdevkê YNK`ê aşkere kir ku bi hewlên YNK’ê Kerkûk hat kesk kirin û parêzgarekî Kurd ji bo bajêr hat destnîşan kirin.

Berdevkê YNK`ê  got jî: Dema ku serok wezîran li cem YNK`ê bû,guhertinên mezin kiribû û şerê li dijî gendeliyê dest pê kiribû her weha YNK jî dixwaze dawiyê li desthelata gendelî û yekdestî û xwesepandinê bîne, YNK`ê jî dê bi dawî bibe ku kes nikaribe nêrîna xwe diyar bike, yan jî cotkar bifikarin ku berhemên xirab neyên welat û zirarê bidin wan û got: Em ê dawî li sedemên qirêjiya jîngehê bînin her weha YNK`ê serbilind e ku çi hêzên biyanî li sînorên wê nîne.

Di berdewamiya axaftina xwe de Berdevkê YNK`ê got: Em dixwazin dawiyê li vê rêbaza çewt a rêveberiyê bînin; û daxwazên gelê Kurdistan`ê û mûçeyên karmendan ên herêmê bi dest bixin daku di destpêka mehê de mûçeyên xwe werbigirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket