YNK: Emê dawiyê li desthelata xwesepandî û dûmana jehrî ya li Hewlêr`ê bînin
Kurdistan 11:47 PM - 2024-09-26
PUKMEDIA
Hewlêr bi dûmanê hatiye pêçandin
Melbenda 3 ya Hewlêr`ê peyamek belav kir û têde ragihand
ku Hewlêr di rewşeke pir xirab ya jîngehê de ye, metirsiya pîsbûna jîngehê li
Hewlêr`ê gelek mezine, ku bûye cihê gotûbêjan û dilgiraniya medya û navendên
dîplomatîk, lewma em ê bi dengê
lehengiya gelê Hewlêr`ê dawiyê li desthelata xwesepandî û dûmana jehrî bînin.
Melbenda 3 ya
Hewlêr ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) di peyama îro de bi navnîşanê
(Desthelata Xwesepandî û Dûmanê Hewlêr`ê ) ragihand ku Hewlêr çend nav û navên xwe
yên xweş hene, lê niha ji ber dûmana jehrî ya ku bi şev Hewlêr`ê dişewitîne,
nav û navên xweş ji holê rabûne, û Hewlêr di rewşeke pir xerab ya jîngehê de ye, metirsiya pîsbûna jîngehê
li Hewlêr`ê gelekî mezine, û bûye cihê gotûbêj û dilgiraniya medya, navendên
dîplomatîk û ajansên navdewletî jî, lê rêveberiya Hewlêr`ê ne tenê li hember qirêjiya jîngeha bajêr xemsar
e, herwiha hewl dide çavkaniya dûmanê û daristan û parkên Hewlêr`ê fermî jî bike, jiber ku nikare li hember vê xemsariyê û dûmana şaredariyê rabe, her weha rêjeya keskahî û daristanan jî li derveyî
pîvanên cîhanî ne.
Di peyamê de hatiye: Nêzîkî 300 parzûngehên qaçax û zêdetirî
2 hezar û 600 jeneratorên bê kalîte li Hewlêr`ê hene, ku her yek ji wan dûmankêşek
wê jî heye ku jîngeha xwe qirêj dike û nêzî mîlyonek otombêlên ku bi Benzîn û Gaza
xwezayî dixebitin jî hene, ev jî çavkaniyeke din ya qirêjiya jîngeha Hewlêr`ê
ye, ji ber vê yekê mirina pêşwext û zêdebûna nexweşiya penceşêrê metirsiyeke
metirsîdar e li ser jiyana Hewlêriyan, lewma em ê bi dengê mêrxasiya Hewlêr`ê
dawiyê li desthelata xwesepandî û dûmana jehrî bînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

