Piştgiriya Navdewletî ji bo karên demokratîk yên YNK'ê
Kurdistan 11:14 PM - 2024-09-26
PUKMEDIA
Partiya Çep ya Swêdê û Partiya Sosyal Demokrat yên Swêdê piştgiriya YNK`ê dikin
Karên demokratîk yên YNK’ê li ser asta navdewletî dengvedana
xwe heye û destxweşî û piştevaniya li YNK`ê û Serok Bafil tê kirin, her yek
ji Partiya Çep a Swêdê û Partiya Sosyal Demokrat ya Swêdê di du nameyên cuda
de ji bilî piştevaniyên xwe ji bo YNK`ê dibêjin:Em di Hilbijartina bê ya
Parlemana Kurdistan`ê de hêviya serkeftinê ji bo YNK`ê dixwazin.
Serok Bafil dê peywendiyan Kurdan digel welatan xurt dike
Hastyar Mihemed, berbjêrê hejmara 21 ya lîsta 129 ya Yekîtiya Nîştimaniya
Kurdistan`ê (YNK) ji bo Parlemana
Kurdistan`ê li baziney Silêmaniyê,û pisporê peywendiyên navdewletî ji
malpera fermî ya YNK`ê PUKMEDIA re ragihand ku, peyama partiyên siyasî yên
Swêdê ji bo YNK’ê û Serok Bafil ku hertim digel proseya demokrasiyê ne,
nirxdayîna hewldanên Serok Bafil ya ji bo pêkanîna dadweriya civakî û
bidawîkirina desthilatdariya yekdest e bilind nirxandin.
Hestyar Mihemed got: Hertimî hewldanên Serok Bafel ji bo
bihêzkirina peywendiyên digel welatên Ewropî bilind tên nirxandin û serok Bafil
weke serkirdeyekî siyasî yê Kurd derketiye holê ku peywendiyên Kurdan bi
welatan re bihêz dike û pêş dixe.
Partiya Çep ya Swêdê ji Serok Bafil re: Hewldanên we dê bibe egera pêşerojeke geş
Noşî Dadgostar; Serokê Partiya Çep a Swêdê û Ekban Alp endama
Komîteya Partiyê û Berpirsa Siyaseta Navdewletî di nameyekê de ku kopiyek ji wê
ji bo PUKMEDIA hatiye şandin hatiye: Piştevaniya xwe ji bo serokê YNK`ê Bafil
Celal Talebanî dûpat dikin û hêviya serkeftinê di hilbijartina bê ya parlemana
Kurdistan`ê de dixwazin û dibêjin: Em pabendbûna we ya ji bo pêşxistina nirxên
demokrasî, wekhevî û pêşketinên li Herêma Kurdistan ya Êraq`ê bilind dinrixînin.
Partiya Çep ya Siwêdê di nameya xwe de ku ji aliyê serok û berpirsa siyasetên navdewletî ve
hatiye îmzekirin hatiye gotin: Li ser navê Partiya Çep a Swêd`ê, em germtirîn
piştevaniya xwe ji bo dubare dikin ku hûn nêzî hilbijartina Parlemana
Kurdistan`ê di heyva Cotmeh`ê dibin, em piştgiriya xwe ya herî germ ji we re
diyar dikin û em pêşketinên li Herêma Kurdistan û Êraq`ê bilind dinirxînin, û
dibêjin: Dema ku hûn dest bi vê rêwîtiya çarenivîsaz dikin, li ber çavan bigrin
ku piştgirîya Partiya Çep a Swêdê ji bo we heye, û em hêvîdar in ku hûn
bigihîjin serkeftina ku hûn heq dikin û hêvîdarin ku hewldana we bibe sedema
pêşerojeke geştir ji bo hemû Kurdistaniyan.
YNK`ê ji bo partiyên siyasî yên Ewropayê girîng e
Serok Bafil û
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji ber wêrekî û peywendiyên wî yên bihêz digel
welatan xwedî girîngiyeke mezin e û di vî warî de partiyên siyasî yên Ewropayê pêşerojeke
geş ji bo YNK`ê dixwazin.
Heme Şehîd Rêbaz; berbijêrê hijmare 46 li ser lîsta 129 ya
Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) ji bo Parlemana Kurdistan`ê li bazineya
Hewlêr`ê, û pisporê peywendiyên navdewletî û dîplomasiyê, ji malpera fermî ya
YNK`ê PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê di navxwe û li ser
asta navneteweyî de jî partiyeke mezin e û li cem partiyên siyasî yên Ewropayê bi
taybetî li Swêd`ê nirxeke xwe ya taybet heye.
Hema[U1] Şehîd Rêbaz got: Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) Bafil Celal
Talebanî, serkirdeyekî wêrek e ku hertimî xemxwarê welat û Kurdistan`ê bûye û girîngî
daye peywendiyên navdewletî û diplomasî û ew weke yê ku dikare pêşerojeke geş
bide Kurdistanê tê dîtin.
Em ji YNK`ê re serkeftinê dixwazin
Ji aliyê din ve( Magdalena Andersson) Seroka
Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê di peyamekê de ku ji bo Yekîtiya Nîştimaniya
Kurdistan`ê (YNK) şandiye û wêneyekî ji wê ketiye destê PUKMEDIA, hêviya
serkeftinê ji bo YNK`ê dixwaze û daxwaza hilbijartinên azad dike.
( Magdalena Andersson) di peyama xwe ya ji bo Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) şandiye dibêje: Beriya hilbijartinên parlemana
Kurdistan`ê ez dixwazim serkeftinê ji bo we pêşkêş bikim û dibêje: Peywendiyên
di navbera partiyên me de xwedî dîrokeke dûr û dirêj e û ji nirxên me yên
hevpar hene, û em di
hilbijartinan de serkeftineke mezin dixwazin û li bendê ne ku di pêşerojê de peywendiyên
xwe xurtir bikin.
Di vê derbarê de lîsteya YNK`ê di bernameya lîsta hejmara
(129) ji bo Hilbijartina Parlemana Kurdistan`ê ya sala 2024 an de hatiye: Pêwîste
peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan`ê û welatên derve de li ser bingeha
berjewendiyên hevbeş û hevseng bin û nûneratiya Herêma Kurdistan`ê li welatên hevsê
û cîhanê weke saziyeke nîştimanî ya resen ji nû ve bên dariştin daku
nûnerayetiya rasteqîne ya Herêma Kurdistan`ê be û ji destêwerdanên hizbî bê
dûrxsitin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

