Komîsyon rênimayan dide namzedên jin

Hewal 12:00 PM - 2024-09-26
Parlemana Kurdistanê PUKMEDIA

Parlemana Kurdistanê

Jin Hilbijartinên Parlemana Kurdistanê

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraqê ragihand ku dê ji bo nasandina hemû namzedên jin bi rênmayên komîsyonê yên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê derbarê rêkarên şêwaza dengdanê û koteya jinan, rênimayên bangeşe û lêçûyên bangeşeya hilbijartinan.

Seroka tîma geşepêdana jinan a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraqê û endama encûmena komîsyonan D.Ehlam Cebrî di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: Ev çalakiyane ji aliyê tîma jinan a komisyonê tê birêvebirin û li pêş destpêkirina hemû proseyeke hilbijhartinê  hewla geşepêdana jinan dide bi proseyê. Û got jî dive jin bi system û yasaya hilbiojartinan û rêkarên dabeşkirina kursiyan aşne bin.

Li gor zanyariyên PUKMEDÎyê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dê bi 172 berbijêran beşdarî hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê bibe, ku biryar e 20-10-2024 were lidarxistin, ji wan 62 namzedên jin, ku zêdetirî %36ê beşdariya jinan di hilbijartinan de ye.

(Emê dawî lê bînin) Dirûşma Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya ji bo hilbijartinan e û dê bi lîsteya 129 ku li ser çar bazneyan hatiye dabeşkirin beşdarî hilbijartinan bibe.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket