Namzedên lîsta 129: Hilbijartinên bê cude ne û deng winda nabin
Rêportaj 10:34 AM - 2024-09-26
PUKMEDIA
Logoya Yekîtî
Li geldestpêkirina kampîna hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê, duh Çarşemê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî peyamek arastey
girseya gel û raya giştî ya Kurdistanê û endamên Yekîtiya Niştimanî kir têde
ragihand ku hilbijartinên dahatû yên herêmê ji hilbijartinên berê cudatir dibin
û dengên dengderan winda nabin û namzed jî bi geşbînî li wê ywkê dinirin ku
bikaribin guhertina desthilatê û serastkirina rêbaza desthilatdariyê bi
piştevaniya welatiyan bighûrin.
Dengên rast vîna gel derdixe
Namzedê jimare 35 yê bazneya Hewlêrê ê lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (129) Îsmaîl Omer Heme Mistefa di daxuyaniyekê de ji malpera fermî PUKMEDIA re behsa giringiya dengderan kir: "Serok Bafil li ser navê hemû partiyên siyasî yên herêmê şerê demokrasiyê bi rê ve bir, di guhertina yasaya hilbijartinan de û bidawîkirina astengiyên li pêşiya lidarxistina hilbijartinên pak û zelal bi ser ket, aşkire jî kir ku dengî ti dengderekî wek berê naçe bo dengderekî din.
Yekîtiya Niştimanî karîbû mafê hilbijartinê vegerîneLozan Mîna Hemed, namzeda jimare (33) ya bazneya Silêmaniyê li ser lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (129) di daxuyaniyekê de bo malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî (PUKMEDIA) li ser peyama Serok Bafil û nêrîna wê li ser girîngiya hilbijartinan û dengên hilbijêran dibêje: Yekîtiya Niştimanî li Dadgeha Bilind a Federalî xwedî erkên yasayî ye karîbû dawî li vê nekokiyê bîne ji bo berjewendiya gel, ji bo hemûyan destkeftiyeke mezin bû.
Namzedê jimare (33) li navçeya Silêmaniyê tekez kir: Yekîtiya Niştimanî kariye tomara dengderan serast bike û kursiyên hilbijartinan li ser herêman dabeş bike, daku xelkê navçeyên cuda yên herêmê nûnerên wan yên rasteqîne li parlamentoyê hebin Her wiha kursiyên pêkhateyan ku Partiya Demokrat ji xwe re yekdestdar kiribû bi dawî kir.
Hilbijartin hevsengiya siyasî vedigerîneNamzedê jimare (10) Muhened Feysal Faêq Mistefa yê lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (129) di daxuyaniyekê de bo (PUKMEDIA) li ser giringiya dengên dengderan û winda nekirina dengan got: Hilbijartinên dahatî dê bi temamî cuda bin û dikarin hevsengiyê li sîstem û desthilata siyasî li Herêma Kurdistanê vegerînin, ku tê de hikûmetek bê damezrandin ku xizmeta her kesî bike bê cudahî.
Namzedê jimare (10) li herêma Duhokê diyar kir ku “di hilbijartinên bê de bi mekanîzmayên nû yên serperiştiya hilbijartinan dengên dengderan winda nabin û dengên dengderan dê bibe alîkar ku hikûmetek bikaribe xizmeta welatiyan û parastina herêmê ji destwerdanên derve, bi taybetî dagîrkirina deverên berfireh ên parêzgeha Duhokê bike.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi hejmara (129) duruşma serrastkirina rêbaza desthilatdariyê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de û çareserkirina pirsgirêkên ku li Herêma Kurdistanê hene, ji bo xizmetkirina welatiyan û dabînkirina pêdiviyên wan hildigire.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

