Talebanî: Divê Ewropa û rêxistinên navdewletî çavdêriya hilbijartinan bikin
Kurdistan 06:24 PM - 2024-09-23
Daxuyaniya Qubad Talebanî
Qubad Talebanî û Dîplomatên Ewrûpa
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bi awayekî cuda li gel Balyoza nû ya Hollandayê li Iraqê Janet Alberta, Berpirsê Nû yê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê Rado Bottom û Parlamenterên Norwêcê Azmond Aukrust û Hanî Huseynî civiya.
Di her sê civînên ku roja duşemê (23.09.2024) li Hewlêrê hatin lidarxistin de behsa amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û diyardeya koçkirina ciwanan bo welatên Ewropayê hat kirin.
Di derbarê koçkirina neyasayî ya ciwanan bo Ewropayê, cîgirê serokwezîr tekez li ser wê yekê kir ku baştirîn çareserî ji bo rêgirtina li koçberiya neyasayî ya ciwanan, baştirkirina rewşa ciwanan li Herêma Kurdistanê ye. Welatên Yekîtiya Ewropî dikarin baştir pêşî li koçberiya neqanûnî ya ciwanan bigrin bi pêşvebirina sermayeguzariyê li herêmê, peydakirina derfetên kar ji bo ciwanan û projeyên perwerdekirina ciwanan di warên cuda de, nemaze di warên karsazî û nûjeniyê de.
Di beşeke din ya civînan de, Qubad Talebanî tekez li ser lidarxistina hilbijartinên pak û adil li Herêma Kurdistanê kir ku îradeya gelê Kurd nîşan bide û ji bo vê yekê jî daxwaz ji rêxistinên navdewletî û welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku bi hûrî çavdêriya proseya hilbijartinan bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

