Şêx Ce`ifer: Teror hîna metirsî ye li ser asayîşê
Kurdistan 06:19 PM - 2024-09-22
Nivîsingeha Ragihandina Şêx Ce`ifer Şêx Mistefa
Şêx Ce`ifer Şêx, Raid Chris Raingans
Îro roja Yekşemê rêkefta 22-09-2024 an; rêzdar Şêx Ce`ifer Şêx Mistefa; Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li bi rêzdar (Raid
Chris Raingans) Serpereştyarê Rêxistina Fîrqeyên Wezareta Pêşmerge di çarçoveya
rêkeftina di navbera Wezareta Parastin ya Emrîka û Wezareta Pêşmerge de kir.
Di civînê de behsa
pêşketinên dawî yên di warê çaksaziyên Wezareta karûbarên Pêşmerge û yekxistina
hêzên Pêşmerge de hat kirin; her wiha her du aliyan ronahî xistin ser pêngav û pêşveçûnên di
warê çaksaziya hêzên Pêşmerge de; wek beşek ji pabendbûna hevbeş jibo
yekxistina hêzên Pêşmerge li jêr sîwana Wezareta Karûbarên Pêşmerge di
çarçoveya rêkeftina di navbera Wezareta Parastin ya Emrîka û Wezareta Pêşmerge
de.
Di civînê de ku bi
amadebûna rêzdar Lîwa Rukin Rêbwar Fermandeyê Fîrqeya Duyem ya Hêzên Pêşmerge
hat lidarxistin, her du aliyan tekez li
ser bilezkirin û pêşvebirina proseya çaksaziyê û yekxistina hêzên Pêşmerge
kirin; jibo hêzek yekgirtî ya nîştimanî; her weha her du alî hevra bûn ku terorîstên
DAIŞ`ê hîna metirsî ye li ser aramiya û asayîşa deverê; lewra alîkarî û
hemahengî ya Pêşmerge û Artêşa Êraq`ê bi palpiştiya Hevpeymana Navdewletî ya li
dijî DAIŞ`ê di vê demê de bi girîng zanîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

