Serok komar: Guherîna keş û ba jibo asayîşa av û xwarinê gef e
Îraq 05:25 PM - 2024-09-22
Nivîsingeha Ragihandina Serok komariyê
Dr. Letîf Cemal Reşîd Serok komarê Êraq`ê
Serok Komarê Êraq`ê; Letîf Cemal Reşîd ragihand ku guhertina
keş û ba bandorek raste rast li ser ewlekariya tenduristiya hemû Êraqiyan û
aramiya welat û civakan dike,û têkçûna keş û ba metirsiyek e li ser ewlekariya
av û xwarinê.
Letîf Cemal Reşîd;roja 22/09/2024 an beşdarî yekemîn çalakiyên
Konfiransa Navdewletî ya taybet bi Guherîna Keş û Ba û bandorên wê li ser
asayîşa tendirustiyê Êraq`ê kir.
Di wê derbarê de nivîsingeha rojnamevaniyê di daxuyaniyekê
de ku wêneyek ji wê ji PUKMEDIA re hatiye şandin ku têde tê gotin: Di serdema niha de guhertina
keş û ba yekek ji girîngtirîn astengiyên li hemberî mirovahiyê tê hijmartin, jiber
ku ew ne tenê pirsgirêkek jîngehê ye, di heman demê de rasterast bandora xwe li ser
ewlehiya tenduristiya welat û civakan jî dike.
Serok komarê Êraq`ê di gotara xwe behsa têkçûna jîngehê û
bilindbûna pileyên germayê û kêmbûna çavkaniyên avê kir û got: Ev hemû dibin
sedema belavbûna nexweşiyan, û zêdebûna fişaran li ser sîstema çavdêriyê
tenduristiyê û ewlehiya xwarin û avê jî dixe nava metirsiyê; jiber vê yekê, li
ser asta hikûmeta federal û herêma Kurdistan`ê, em pabend in ku bi hevkarên xwe
yên di civaka navdewletî de, jibo dîtina çareseriyên berdewam û bi bandor jibo
çareserkirina van pirsgirêkan hevkariyê bikin.
Dr. Letîf Cemal Reşîd behsa wê yekê jî kir ku ew konfirans wek
platformekê ye jibo pevguhertina ezmûnan û pêşxistina stratejiyên ku jibo
bihêzkirina ewlekariya tenduristiyê li welat û herêmê dibe alîkar.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

